Dêrsim (Rûdaw) - Xwişka Gulistan Dokuyê ya bi navê Aygul Dokuyê got, “Xirabî li xwîşka min kirin û ew kuştin. Xwişka min ji bo ku wan rezîl neke hat kuştin.”
Di ser windabûna xwendekara Zanîngeha Munzûrê ya Dêrsimê Gulistan Dokuyê re 6 sal derbas bûn.
Xwişka Gulistanê ya bi navê Aygul Dokuyê îdia kir ku xwişka wê hatiye kuştin û "destekî tarî yê di nav dewletê de" naxwaze bûyer eşkere bibe.
Gulistan Dokuya 21 salî ya ku li Zanîngeha Mûnzûrê dixwend, 5ê Kanûna Paşîn a 2020an piştî ku ji şevînmana zanîngehê derket winda bûbû.
Ji wê rojê ve heta niha ti zanyariyên berbiçav derbarê aqûbeta wê nînin.
Wê demê hezkiriyê wê Zeynel Abakarovê ku zirbavê wî polîs bû hatibû desteserkirin lê piştre hatibû berdan.
Malbata Gulistanê îro di salvegera 6emîn a windabûna wê de li Dêrsimê bû û daxwaza edaletê kir.
"Parêzgarê berê tawanbaran vedişêre"
Xwişka Gulistanê Aygul Dokuyê ji Rûdawê re axivî û parêzgarê berê yê Dêrsîmê Tuncay Sonel bi "veşartina tawanbaran" tohmetbar kir.
Aygulê diyar kir ku hinek tişt eşkere bûne lê ji ber ku biryara nihênîbûnê li ser dosyayê heye nikarin hûrgiliyan parve bikin.
"Em neçar kirin ku li ser Twitterê li edaletê bigerin"
Aygul Dokuyê bangî rayedarên dewletê kir û got:
“Ez ji vê derê bangç Serokkomar, Wezîrê Karên Navxwe, Wezîrê Dadê, dozger û dadgeran dikim: Bila êdî vê xerabiya organîze bi dawî bikin.
Kesên ku ev xerabiya organîze kirine li derve bi serbestî digerin.
Ma mirov ji bo ku mistek ax deyne ser gora zaroka xwe 6 salan li ser Twitterê li edaletê digere?"
"Xwişka min kuştin"
Aygul Dokuyê îdia kir ku xwişka wê ji bo bêdengkirinê hatiye kuştin û wiha pê de çû:
"Xerabî li xwişka min kirin, ji bo ku ev xerabî eşkere nebe, xwişka min ji holê rakirin.
Di destê me de zanyarî û belge hene.
Kesên ku xerabî li xwişka min kirin, ji bo ku xwişka min giliyê wan neke û wan li cîhanê rezîl neke, xwişka min kuştin. Em êdî tehemula vê êşê nakin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse