Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Domîzê agir bi otobusa Pêşmergeyên Roj ket ku di otobusê de 12 Pêşmerge hebûn û 3 ji wan birîndar bûn.
Fermandarê Pêşmergeyên Roj Dilovan Robarî derbarê bûyera şewata otobusa Pêşmergeyan de ji Rûdawê re axivî.
Eqîd Dilovan Robarî ragihand ku, 12 Pêşmergeyên Roj bi otobusê ji Hewlêrê diçûn dewama xwe ya li Sihêla.
Lê bi gotina Dilovan Robarî, li ser rêya Domîz agir bi otobusa wan dikeve û yekser her 12 Pêşmerge xwe rizgar dikin.
Herwiha Robarî dibêje, di encama şewatê de 3 Pêşmerge bi sivikî birîndar bûn û ji bo nexweşaneyê hatin veguhastin û birînên wan hatin dermankirin.
Pêşmergeyên Roj ku hêzeke Rojavayê Kurdistanê ye, piştî şerê Sûriyê hatiye avakirin û di şerê li dijî DAIŞê de gelek şehîd û birîndar dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse