Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kopê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê serbanê xaniyekî hilweşiyaye û jinekê canê xwe ji dest da û hevjînê wê jî birîndar bû.
Li gundê Golçîmanê yê navçeya Kopê îro ji ber sedemeke nehatiye zanîn serbanê xaniyekî hilweşiya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Jina bi navê Zeynep Ataç a 85 salî ku di bin axê de mabû canê xwe ji dest da û hevjînê wê yê 87 salî jî birîndar bû.
Tîmên tendursityê Kesê birîndar bir Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê.
Her wiha derbarê bûyerê dest bi lêpirsîn hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse