Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê du barhilgiran li hev dan. Di bûyerê de şofêrên herdu barhilgiran birîndar bûn.
Li gor zanyariyan roja Dûşemê 5ê Hezîrana 2023an li ser rêya sereke ya Cizîr-Nisêbînê 2 barhilgir li hev dan.
Di bûyerê de herdu şofêr di barhilgirên xwe de asê man û birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên cendermeyan û Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) çûn cihê bûyerê û şofêrên birîndar ji cihê ku asê mabûn derxistin.
Herdu şofêrên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatin rakirin û rewşa wan a tendirustî baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse