Ji Parêzgarê Silêmaniyê nerazîbûn: Merasîmên cejnê dê neyên kirin

05-06-2025
RÛDAW
Nîşan Heval Ebûbekir Silêmanî Cejna Qurbanê Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand ku îsal li bajêr ti merasîmên fermî yên ji bo cejnê nayên lidarxistin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir wekî sedema vê biryarê, "xelkê Kurdistanê ji aliyê rêveberiya Îraqê û rayedarên herêmî ve dîl hatiye girtin û wan xelk xizan bûye" nîşan da.

Di daxuyaniya Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir wiha hat gotin:

“Ji ber ku di vê cejnê de tevahiya xelkê Kurdistanê hatiye xizankirin, em dê ti merasîmên fermî yên cejnê li dar nexin."

"Tawanê nedana nanê kesekî ji tawanê birîna serî wî mezintir e"

Hevla Ebûbekir di daxuyaniya xwe de diyar got, "Em b têgihiştina ‘Tawanê nedana nanê kesekî ji tawanê birîna serî wî mezintir e’ tenê rêzê li nirx, bawerî û mîrateya çandî ya gelê xwe digirin."

Parêzgarê Silêmaniyê bal kişand ser rewşa civakê û got, "Ji bo em bi hev re, vê bê berpirsiyariyê û zilmê derbas bikin, em hêvî dikin ku îrade xurt bibe û ruhê azadiyê vejîne û hevgirtina me zêde bibe."

“Xizmet di cejnê de dê berdewam bikin”

Li gorî daxuyaniyê, yekîneyên rêveberiya xwecihî yên ser Parêzgariya Silêmaniyê dê rojên cejnê di xizmeta xelkê de bin.

Ebûbekir destnîşan kir ku ev biryara wekî "protestoyeke li dijî têgihiştina desthilatdariya heyî” hatiye dayîn û got:

“Ev gav, bangek e ji bo parastina welatiyan, bawerî û mafên jiyana hevbeş.

Ji ber vê yekê dê tu pîrozbahiyên fermî yên cejnê neyên kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst