Agirê li Çiyayê Gabarê hat vemirandin

05-07-2025
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Gabarê Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Gabarê agirê ku bi daristanê ketibû piştî midexaleya esmanî û bejahî agir hat vemirandin.

Doh li Çiyayê Gabarê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên erkdar ji bo vemirandina agir çûne cihê bûyerê.

Her wiha ji ber bayê gur agir berfireh belav bûye û li ser vê yekê wekî midexaleya asmanî helîkoptereke girêdayî Birêvebiriya Herêma Daristanê ya Rihayê jî beşdarî kar û xebatan bûye.

Hat diyarkirin ku îro demjimêrên sibehê agir hatiye kontrolkirin û dest bi kar û xebatên sarkirinê hatiye kirin.

Parêzgariya Şirnexê derbarê bûyerê de peyamek belav kir û got ku bi helîkopterek, 2 arasoz, 3 makîneyên kar, 4 pîkap, wesayîteke agirvemirandinê û bi karmendan midexaleyî agir hatiye kirin û niha agir hatiye vemirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst