Li Bursayê agir bi 10 kargehan ket

01-08-2023
RÛDAW
Nîşan Bursa Agir Kargeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Înegolê ya bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê agir bi 10 kargehan ket.

Li herêma pîşesaziyê ya navçeya Înegolê ya Bursayê ji ber sedemeke nediyar agir bi kargeheke berhemên daristanan ket.

Agir di demeke kurt de li beşeke zêde ya kargehên li herêma pîşesaziyê belav bû û 9 kargehên din ên ku di warên hesin, kaxiz, şûşe, kelûpelên avahîsaziyê, mobîlya û tekstîlê de hilberînê dikin şewitîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û wan ji bo vemirandina agir dest bi xebatan kir.

Ji parêzgehên derdorê jî tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê

Ji gelek navçeyên Bursayê û çend parêzgehên derdorê jî tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê beşdarî xebatan bûn.

Tîman ji bejahî û hewayê ve hewl da ku agir kontrol bikin û di dema xebatan de gelek caran dengê teqînan hatin bihîstin.

Kargehên derdorê ji bo tedbîrê ji aliyê tîman ve hatin valakirin.

Zêdetirî 40 karmendî beşdarî kar û xebatên vemirandina agir bûn

Zêdetirî 40 karmendî beşdarî kar û xebatên vemirandina agir bûn û ji hewayê 3 helîkopter û 2 balafiran jî hewla vemirandina agir da.

Parêzgarê Bursayê Yakup Canbolat ji bo lêkolînan çû cihê bûyerê û ragihand ku destpêkê di demjimêr 15.30an de agir bi kargeheke bi navê Orçal ketiye ku mobîlyayan çêdike.

Yakup Canbolat da zanîn ku heta niha ti ziyanên canî çênebûne û tîm hewl didin di demeke kurt de agir vemirînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst