Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêveber û lîstikvanên tîma futbolê Îtihadê ya Erebistana Siûdiyê qebûl kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser qebûlkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya tîma Îtihadê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de Konsulê Erebistana Siûdiyê yê Hewlêrê Mihemed Bin Silêman Aserî jî amade bû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bixêrhatina şandeya tîma Îtihadê kir û amaje bi peyama girîng a werzîşê kir ku werziş dikare roleke girîng di nêzîkkirina gelan de bilîze.
Serok û lîstikvanên tîma Îtihadê kêfxweşiya xwe ya hatina Kurdistanê û pêşwaziya germ a xelkê Hewlêrê anîn ziman.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêveber û lîstikvanên tîma Îtihadê ya Erebistana Siûdiyê qebûl kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 5, 2023
Di nav wan de #KarimBenzema jî hebû pic.twitter.com/4CK9tGzvAW
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyameke xwe de got:
“Li seranserî cîhanê mirov li we temaşe dikin. Ji kîjan netewe, welat, paşeroj, ol bin ne girîng e. Ew ji werzişê hez dikin. Werziş tiştek e ku dikare bandoreke mezin li mirovan bike.
Ji bo hemûyan jî nebe, dibe ku ev serdana we ya yekem a Kurdistanê be lê ez hêvî dikim ku ne ya dawî be.
Hewlêr bajarê herî kevn ê cîhanê ye. Hûn bi xêr hatin. Hêvîdar im ku hûn li Hewlêrê demên xweş derbas bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse