Li Şinoyê pêla girtinan: 5 Kurd hatin desteserkirin

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şino Desteserkirin Rojhilatê Kurdistanê Îran Kamîran Bekir Reşîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di nava du rojên borî de, hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê 5 welatî desteser kirin.

Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, doh welatiyê bi navê Şoreş Serûtê xelkê gundê Nelîwanê yê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe hatiye desteserkirin.

Heman rojê Hesen Şadîxwazê xelkê gundê Sînganê yê heman bajarî jî ji aliyê hêzên Îtlaatê ve li mala xwe hatiye desteserkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

Her wiha pêr jî 3 welatiyên din ên xelkê Şinoyê yên bi navên Îsmaîl Seyîd Mehmûdiyan, Hêriş Perniya û Şiwan Îbrahîmî jî hatibûn desteserkirin.

Heta niha derbarê sedema desteserkirin û cihê wan 5 welatiyan ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst