Dadgehê derbarê Zeydan de biryar da

06-01-2022
RÛDAW
Nîşan Abdullah Zeydan HDP Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê parlamenterê berê yê HDPê Abdullah Zeydan de biryara berdanê hat dayîn.

Li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îro rûniştina doza parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Zeydan birêve çû.

Di encama wê rûniştinê de heyeta dadgehê biryara azadkirina Abdullah Zeydan da.

Parlamenterê berê yê HDPê Abdullah Zeydan roja 4ê Mijdara 2016an li li gel hejmareke parlamenter û Hevserokên berê yên HDPê hatibû girtin û ji wê demê ve di zindanê de ye.

Bi tometa “alîkarî û propagandaya rêxistinê” 8 sal û mehek û 15 roj ceza li Abdullah Zeydan hatibû birîn, lê Dadgeha Bilind a Cezayê, ev biryar hilweşandibû.

Piştî ku cezayê wî hatibû hilweşandin, doza Abdullah Zeydan ji nû ve hatibû dîtin û îro biryara azadkirina wî hat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst