Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber berfa zêde dibistan hatin girtin.
Şeva borî li çend navçeyên parêzgeha Urmiyeyê berf bariya û ji ber wê dibistanên çend navçeyan hatin girtin.
Aliyên pêwendîdar ji bo çûnûhatina li wan navçeyan hişyarî da şofêran.
Li hejmarek navçeyên bajarê Xoyê yê parêzgeha Urmiyeyê berf bariya û bahoz rabû.
Bi barîna berfê re pileya germahiyê gelekî daket û ji ber wê yekê dibistan hatine girtin.
Rêveberê Heyva Sora parêzgeha Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî diyar kir ku bi dehan otomobîl di rêyan de asê mane û aliyên pêwendîdar 40 otomobîlan rizgar kirine.
Rêveberê Karûbarên Veguhestinê yê parêzgeha Urmiyeyê jî amaje bi wê yekê da ku wan zêdetirî 300 kîlometre rê ji berfê paqij kirine.
Li parêzgeha Tewrêzê jî dibistanên 8 bajaran ji ber berfê hatin girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse