Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyekî Encumena Veguhêz a Başûrê Yemenê ragihand ku wan hewlên xwe ji bo bidestxistina piştgiriya navneteweyî ya ji bo serxwebûna Başûrê Yemenê zêde kirine.
Wî berpirsê Encumena Veguhêz a Başûrê Yemenê her wiha teqez kir ku ew bi ti awayî li gel Hûsiyan dan û standinan nakin.
Serkirdeyekî Encumena Veguhêz a Başûrê Yemenê li ser pêşhatên dawî yên li Yemenê bersiva pirsên Rûdawê da û got:
"Hêzên başûr kontrola temamî ya herêmên başûr kiriye û em ji bo bipêşxistina haydariya navneteweyî ya li ser mafên gelê başûr û mafên diyarkirina çarenivîsa wan dixebitin."
Wî serkirdeyî eşkere kir ku pêwendî û hevahengiyên wan ên bi welatên zilhêz û rêxistinên navneteweyî re didomin.
Li başûrê Yemenê hikûmeteke ku ji aliyê navneteweyî ve tê naskirin heye ku ji Encumena Serkirdayetiya Başûr (nêzîkî Erebistana Siûdî) û Encumena Veguhêz a Başûrê Yemenê (nêzîkî Îmaratê) pêk tê.
Navçeya navborî ji 8 parêzgehan pêk tê.
Her wiha Hezermewt û Mehre di bin kontrola Encumena Serkirdayetiyê de ne û 6 parêzgehên din (Aden, Lehic, Ebîn, Şebwe, Dalî û Suqutra) ji aliyê Encumena Veguhêz ve tên birêvebirin.
Serkirdeyê Encumena Veguhêz got, "Berî destpêka îsal her du parêzgehên din (Hezermewt û Mehre) jî di destê me de bûn lê ji ber êrişa artêşa Erebistana Siûdî me ew der vala kirin."
Li gorî gotina wî serkirdeyî, Riyad li dijî serxwebûna Başûrê Yemenê ye û ji ber wê jî hêzeke din aniye û li wan her du parêzgehan bi cih kiriye.
Derbarê îhtimala dan û standinên bi Hûsiyan re ku beşeke mezin a Yemenê di destê wan de ye.
“Em bi Hûsiyan re dan û standinan nakin”
Berpirsê Başûrê Yemenê ji Rûdawê re got, "Ti îhtimaleke vê yekê nîne. Hûsî ne tenê dijminê başûrê Yemenê ne, ew gef in li ser mirovahiyê û hemû Ereban."
Wî serkirdeyî ji bo her cure dan û standinan mercek danî û got, "Heta ku ew dest ji êrişkariya xwe ya li dijî xelkê Başûrê Yemenê bernedin, ti dan û standineke me bi wan re nabe."
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî 19,5 milyon kes li Yemenê pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye.
Serkirdeyê Encumena Veguhêz teqez kir ku piştî kontrolkirina herêmên girîng rewş baştir bûye lê hîn pêdiviya wan bi piştgiriya navneteweyî heye da ku ew karibin pêdiviyên xelkê dabîn bikin.
Wî berpirsî derbarê rewşa ewlehiyê û tevgera komên tundrew de amaje pê kir ku hêzên wan karîbûn paşmayên El Qaidê yên li Başûrê Yemenê lawaz bikin û ew dixebitin da ku metirsiya El Qaidê û komên wekî wê ducare venegere ser xelkê.
Li ser hebûna zêdetirî 60 hezar koçberên Somalî û Etiyopyayî yên li Yemenê, serkirdeyekî Encumena Veguhêz a Yemenê got ku ew pêşwaziya her kesî dikin lê divê ew bên rêxistinkirin da ku rûmet û mafên wan û ewlehiya herêman jî bên parastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse