Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta naskirî ya Yemenê ku ji aliyê Siûdiyê ve tê piştgirîkirin, li welêt rewşa awarte ragihand û 24 demjimêran molet da hêzên Îmaratê ku ji Yemenê vekişin.
Ev yek piştî wê yekê hat ku cudaxwazên başûrê Yemenê yên ku Abû Dabî piştgiriya wan dike, sînorekî berfirehtir kontrol kir.
Serokê Encûmena Serkirdayetiya Serokayetiya Yemenê Reşad Elîmî, daxuyaniyek belav kir û li seranserê Yemenê ji bo 90 rojan rewşa awarte ragihand.
Rewşa awarte dê îro dest pê bike.
Reşad Elîmî her wiha daxwaz ji hemû hêzên Îmaratê kir ku di nava 24 demjimêran de axa Yemenê biterikînin û dorpêça asmanî, deryayî û bejahî danî ser bender û deriyên sînorî.
Ev biryar wekî bertekekê li hemberî pêşveçûna bi lez a hêzên cudaxwaz ên Encûmena Veguhêz a Başûr (STC) tê ku ji aliyê Îmaratê ve tê piştgirîkirin.
Her di vê mehê de, wan hêzan her du parêzgehên Hezremewt û Mehreyê yên li rojhilatê Yemenê kontrol kirin, bi vê yekê re hema bêje hemû ew dever ketin destê wan ku beriya yekbûna welêt a sala 1990î, wekî Komara Demokratîk a Gel a Yemenê dihat naskirin.
Vê gavê aloziyeke tund di navbera Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê ya li dijî Hûsiyan de çêkir.
Siûdiye piştgiriya Encûmena Serkirdayetiya Serokayetiyê dike ku ji aliyê civaka navneteweyî ve wekî hikûmeta rewa ya Yemenê tê naskirin, di heman demê de Îmarat piştgiriya Encûmena Veguhêz dike ku hewla cudakirina başûr dide.
Di çarçoveya bipêşketinan de, hêzên hevpeymanan bi serkêşiya Siûdiyê, êrişa asmanî ya sînordar bire ser Bendera Mukelayê û "piştgiriyeke leşkerî ya biyanî" kir armanc ku li gorî raporan pêwendiya wê bi Îmaratê re hebûye.
Siûdiyê hişyarî daye ku dê bersiva bi lez bide her bipêşketinekê ku ji aliyê Encûmena Veguhêz ve bê kirin û daxwaza vekişîna lezgîn kir.
Rewş bûye sedema dilgiraniya ji nû ve destpêkirina şerê navxweyî li deverên derveyî desthilata Hûsiyan, ku ev jî dabeşbûna Yemenê kûrtir dike û hewldanên aştiyê aloztir dike.
Ev bipêşketin di çarçoveya şerê navxweyî yê Yemenê de tê ku bi salan e didome, di demekê de ku Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike, bakur û Senaya paytext di destê wan de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse