Hewlêr (Rûdaw) – Îmarata Erebî ragihand, ew bi tundî red dikin ku navê wan tevlî aloziya di navbera aliyên Yemenî de bibe.
Wezareta Karên Derve ya Îmarata Erebî piştî operasyona "sînordar" a Hevpeymaniya Ereban a li Bendera Mukelayê daxuyaniyek da.
Ew bender li herêma Hedremewtê ye û di bin kontrola Konseya Veguhêz a Başûr a Yemenê de ye ku cudaxwaz in.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em pêbendbûna xwe ya bi ewlehî û aramiya welatê bira Erebistana Siûdî û rêza xwe ya ji bo serweriya wê tekez dikin."
Îmaratê red kir ku wan aliyekî Yemenî bi êrişeke li dijî Erebistana Siûdî sor kiribe.
Hat destnîşankirin ku hebûna Îmaratê ya li Yemenê li ser daxwaza hikûmeta rewa û di çarçoveya Hevpeymaniya Ereban de ye.
"Di nava 24 saetan de vekişin"
Li aliyê din, Erebistana Siûdî îro bangî Îmaratê kir ku li ser daxwaza Yemenê di nava 24 saetan de leşkerên xwe ji axa wî welatî vekişîne.
Riyadê her wiha xwest ku Îmarat piştgiriya leşkerî û darayî nede aliyên Yemenî.
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ewlehiya neteweyî "xeta sor" e û ew dê li dijî gefan hemû tedbîran wergirin.
"Rê diyalog e"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îmarat hêzên Konseya Veguhêz a Başûr dişîne parêzgehên Hedremewt û Mehreyê yên li nêzîkî sînorê Erebistana Siûdî.
Riyadê ev yek bi "dilgiranî" pêşwazî kir û wekî gefekê li ser ewlehiya herêmê nirxand.
Erebistana Siûdî tekez kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka başûrê Yemenê rê diyalog e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse