Li Efrînê erdhej; herî kêm 250 kesan canê xwe ji dest dane

06-02-2023
RÛDAW
Erdhej li bajarokê Cindirêsa Efrînê, îro Duşemê 6ê Sibata 2023. Wêne: AFP
Erdhej li bajarokê Cindirêsa Efrînê, îro Duşemê 6ê Sibata 2023. Wêne: AFP
Nîşan Efrîn Rojava Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê di encama erdheja sibeha îro de herî kêm 250 kesan canê xwe ji dest dane.

Îro erdhejekê bi hêza 7.4 pileyê Rîxterê Bakurê Kurdistanê hejand. Navendê Erdhejê li navçeya Bazarcixa Mereşê ye lê li gelek bajar û navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bandora wê hebûye.

Li gor zanyariyên ku Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) belav kirine, heta niha 42 paşlerze piştî erdheja mezin hatine tomarkirin.

Herwiha erdheja îro li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî hatiye hîskirin.

Li gorî zanyariyên ku ji Efrînê bi destê Rûdawê ketine, zêdetirî 30 avahî û xanî li bajarê Efrînê hilweşiyane û serê sibehê 250 termên qurbaniyan rakirine nexweşxaneya serbazî ya Efrînê.

Li bajarokê Cindirêsê jî, hejmareke mezin ji avahiyan bi temamî herifîne û heta niha bi dehan kes di jêr kavilan de mane û hejmarek kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiya Sûriyê jî ragihandiye, di encama erdhejê de heta niha 237 kesan canên xwe ji dest dane û 639 kesên din jî birîndar bûne.

Li Sûriyê, li bajarên Heleb, Idlib, Tertûs, Laziqiye û Hemayê erdhej çê bûye.

Parêzgarê Hemayê, Mehmûd Zenbûa ragihandiye, tenê li Hemayê ji ber erdhejê heta niha 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 17 kes jî birîndar bûne.

Ajansa fermî ya nûçeyan a hikûmeta Sûriyê (SANA) jî dibêje, li parêzgeha Laziqiye ya li rojavayê welat herî kêm 42 kesan canê xwe ji dest dane û 220 kes birîndar bûne.

Li gor SANA, Serokê Sûriyê Beşar Esed serokatiya civînekê dike û dê di civînê de zirarên erdhejê bên nîqaşkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst