Kobanî di bin dorpêçê de ye û nan nemaye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Li Kobaniyê dora nên / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Li Kobaniyê dora nên / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kobanî Dorpêç Nan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de agirbest heye lê Kobani zêdetirî 20 rojan e di bin dorpêçeke giran de ye.

Dorpêç ji aliyê wan komên çekdar ve tê sepandin ku pêbendî rêkeftinê nabin û ew kom girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ne.

Li gorî gotina şêniyên Kobaniyê, ard û sotemeniya firinan ber bi xelasbûnê ve diçe.

Dorpêç heye û li bajêr gelek koçber hene û firinên bajêr rûbirûyî zexteke zêde bûne da ku pêdiviya şêniyên bajêr û koçberên bajêr dabîn bikin.

Xwediyê yekê ji firinan hişyariyê dide ku li Kobaniyê karesata mirovî çêbibe.

“Em rojê 20 demjimêran dixebitin”

Elî Bekir xwediyê yekê ji firinên herî mezin ên Kobaniyê ye û wî ji Rûdawê re got:

"Ev firin rûbirûyî bargiraniyeke zêde bûye, em di 24 demjimêran de 20 demjimêran kar dikin, pêdiviyên me ber bi xelasbûnê ve diçin."

Rojane bi hezaran welatî di rêza wergirtina nan de disekinin da ku gezek nan bibin nav zar û zêçên xwe.

Xelkê bajêr li benda wê yekê ne ku dorpêça li ser wan were rakirin û daxwazê ji civaka navneteweyî dikin ku zextê li hikûmeta Sûriyeyê bike da ku dorpêça li ser bajêr were rakirin.

“Tiştekî me nîne”

Mihemed Xelîl xelkê Kobaniyê ye, di rêza wergirtina nan de bi bêzarî gazin ji rewşa xwe kirin û got:

"Em ji her tiştî bê par hatine hiştin. Kareba, av û înternet, tiştekî me nîne, dorpêç li ser me heye û tewr derman jî li nexweşxaneyên me kêm bûne."

Şêniyên Kobaniyê ji ber bêkarebayiyê di nav tariyê de mane û ji ber bêaviyê jî hawar û qîrîn ji wan rabûye.

Li gorî gotina berpirsên hinek komên çekdar pêbendî rêkeftina HSD û Şamê nabin û ne amade ne dorpêça li ser bajêr rakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst