Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Meclisa Birêvebir a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa ragihand ku zêdetirî 70 gundên Kobaniyê di destê çekdarên hikûmeta Sûriyeyê de ne.
Ferhan Hec Îsa ji Rûdawê re axivî û rewşa herêmê nirxand.
Wî diyar kir ku rewşa bajarê Kobaniyê û gundewarên wê ji ber dorpêça hikûmeta Sûriyeyê gelekî dijwar e.
Hec Îsa da zanîn ku heta niha li ser erdê ti guherîna berbiçav çênebûye.
Zêdetirî mehekê ye bajarê Kobaniyê û gundewarên wê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve hatine dorpêçkirin.
Hikûmet tenê bi rêya hinek rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî bi awayekî sînordar destûrê dide ku alîkarî derbasî bajêr bibin.
Ev yek jî bûye sedema krîzeke mirovî ya giran.
Bicihneanîna peymanê û talankirina gundan
Ferhan Hec Îsa destnîşan kir ku hewldan hene lê hîn jî li ser erdê tiştek neguheriye û got:
"Hîn jî komên çekdar ên bi ser hikûmeta Sûriyeyê ve li zêdetirî 70 gundên herêma Kobaniyê bi cih bûne."
Wî diyar kir ku ev kom ne tenê li wan gundan dimînin, wan dest bi talankirina mal û milkên xelkê jî kiriye.
Hevserokê Meclisa Birêvebir a Kantona Firatê anî zimên ku hikûmeta Sûriyeyê di bicihanîna peymanê de xemsariyê dike û li pey çû:
"Hewldanên me didomin û têkiliyên me nehatine qutkirin. Ev dan û standin tenê di warê dabînkirina hinek xizmetên bingehîn ên wekî av û elektrîkê de sînordar bûn."
Lê belê di mijarên sereke yên wekî rakirina dorpêçê, vegerandina înternetê û derxistina komên çekdar a ji gundan de ti serkeftin pêk nehatiye.
Niyeta hikûmetê cihê gumanê ye
Ferhan Hec Îsa daxuyand ku xalên nakok ên di navbera wan û hikûmeta Sûriyeyê de ne ew qasî mezin in ku neyên çareserkirin.
Lê wî diyar kir ku niyeta hikûmetê cihê gumanê ye û berdewam kir:
"Xalên me yên nakok ne di wê astê de ne ku neyên çareserkirin lê em nizanin hikûmeta Sûriyeyê çima bi vî awayî tevdigere.
Dibe ku biryara kesên ku li ser navê hikûmetê dan û standinan dikin ne di destê wan de be û ew li benda fermanên ji astên jortir bin."
Sozên Neteweyên Yekbûyî pêk nayên
Ferhan Hec Îsa derbarê rola Neteweyên Yekbûyî (NY) jî daxuyand ku şandeyên wan bi awayekî berdewam diçin herêmê û rewşa mirovî dişopînin û biland:
“Ew carinan hinek alîkariyan bi xwe re tînin û ji bo baştirkirina rewşê sozan didin."
Lê li gorî gotina wî, “Mixabin heta niha li ser erdê ew soz bi awayekî berbiçav nehatine bicihanîn”.
Şam genimê Kobaniyê dibe Helebê
Ferhan Hec Îsa li ser mijara ewlehiya xwarinê û pêdiviyên jiyanî jî ev agahî dan:
"Derbarê dabînkirina ard û sotemeniyê, me hesabê xwe ji bo demeke dirêj kiriye lê pirsgirêka herî mezin kêmbûna sotemeniyê ye."
Wî her wiha eşkere kir ku depoyên mezin ên genim ên li navçeyên Çelebiyê û Sirînê ketine destê hikûmeta Sûriyeyê.
Li gorî agahiyên Hec Îsa, hikûmet wî genimî ji bo pêdiviyên xwe ber bi parêzgeha Helebê ve vediguhêze.
Hevdîtinên leşkerî didomin
Hevserokê Meclisa Birêvebir a Kantona Firatê diyar kir ku hevdîtinên di asta leşkerî de didomin lê di asta sivîl de ti pêşketin nînin û anî zimên:
"Wekî birêvebiriya sivîl, ti bernameya me ya nêzîk nîne ku em bi berpirsên parêzgeha Helebê re bicivin, lê hevdîtinên di navbera hêzên leşkerî de yên ji bo rêkxistina hêzan didomin.
Hêzên Ewlehiya Giştî û hêzên Asayîşê heta niha li başûrê Kobaniyê, li ser xeta Çemê Feratê û li herêma Şêxlerê bi dirêjahiya nêzîkî 35 kîlometreyan belav bûne.
Lê belê, eniyên Sirîn û Çelebiyê ji ber hebûna komên çekdar ên hikûmetê, hîn nehatine vekirin."
Sektora tenduristiyê li ber têkçûnê ye
Sektora tenduristiyê ya li Kobaniyê bi krîzeke giran re rûbirû ye.
Nexweşxane û navendên tenduristiyê bi derfetên gelekî kêm dixebitin.
Kêmasiyeke mezin a dermanan heye. Bi taybetî dermanên nexweşiyên kronîk ên wekî dermanên dil, şekir û tansiyonê peyda nabin.
Her wiha birêvebiriyên nexweşxaneyan ji ber kêmbûna dermanên bêhişkirinê (anestezî) neçar mane ku emeliyatên mezin bidin sekinandin.
Dr. Şevîn Ebulqadir Begî: 3 zarokan canê xwe ji dest da
Li hêla din, Dr. Şevîn Ebulqadir Begî beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û rewşa tenduristiyê nirxand.
Dr. Şevînê ragihand ku ji ber dorpêçê û nebûna ava paqij, nexweşiyên wekî kulbûna roviyan û vereşînê di nav koçberan de belav bûne.
Dr. Şevînê diyar kir ku heta niha herî kêm 3 zarokên ku sîstema wan a parastinê qels bû, canê xwe ji dest daye.
Her wiha nexweşiya kulbûna sîngê di nav zarokên şîrmij de bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Li Kobaniyê nexweşxaneyeke taybet a zarokan nîne û hemû zarok li nexweşxaneyên giştî tên dermankirin.
Wê bal kişand ser qerebalixiya zêde û got:
“Derfetên nexweşxaneyan gelekî sînordar in û dermanên bingehîn peyda nabin.
Malbatên nexweşan li 10 dermanxaneyan digerin û bê derman vedigerin.”
72 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par in
Birêvebiriya Dibistanan a Kobaniyê ragihand ku ji ber dorpêçê 572 dibistan hatine girtin.
Di encamê de derdora 72 hezar xwendekaran ji mafê xwendinê bê par mane.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dibistan hîn jî tijî koçber in û rewşa xerab a hewayê tenduristiya zarokan dixe metirsiyê.
Birêvebiriyê bangî civaka navneteweyî û rêxistinên parastina zarokan kir ku ji bo vekirina dibistanan û dabînkirina alîkariyan bikevin nava liv û tevgerê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse