Li Hisîça û Kobaniyê civînên HSD û Şamê

1 demjimêr berê
Nîşan HSD Hikûmeta Şamê Hisîça Kobanî Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li Hisîçayê (Hesekê) bi nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiya, li aliyê din şandeyeke birêvebiriya Kobaniyê li Helebê bi rayedarên Sûriyeyê re hevdîtin kir.

Îro şandeyeke Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li Hisîçayê bi rayedarên payebilind ên HSDyê re civiya.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cihî, rojeva sereke ya civîna li Hisîçayê "entegrasyona hêzên HSDyê û hêzên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê" bû.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê serdana şandeya hikûmeta Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serdan di çarçoveya pêkanîna rêkeftina 29ê Kanûna Paşîn a di navbera aliyan de pêk hatiye û wiha hat gotin:

"Fermandariya hêzên me îro di çarçoveya pêkanîna madeyên rêkeftina 29ê Kanûna Paşîn û temamkirina pêvajoya entegrasyonê de şandeya Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Sûriyeyê pêşwazî kir.

Hevdîtinên li ser mijarê berdewam dikin."

Şandeyeke Kobaniyê bi rayedarên Sûriyeyê re civiya

Li aliyê din, Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku Fermandarê Ewlehiya Navxwe yê Parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî, şandeyeke sivîl a birêvebiriya Kobaniyê pêşwazî kiriye.

Di hevdîtinê de pêşhatên ewlehiyê yên dawî û pêvajoya bicihanîna rêkeftina di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatine gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, civîn bi armanca xurtkirina pêwendiya bi welatiyan re û parvekirina agahiyên li ser rewşa ewlehiyê ya li qadê, li navenda fermandariyê hatiye lidarxistin.

Di civînê de qonaxên pêkanîna rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de hatin nirxandin.

Rêkeftin “derbasbûna yekîneyên ewlehiya navxwe ya nav bajêr, bicihbûna wan a li bajêr, dabînkirina aramiyê û hêsankirina vegera koçberan a li mal û milkên wan” li xwe digire.

Hat diyarkirin ku aliyan her wiha mekanîzmayên hevahengiya ewlehiyê û gavên ji bo mayîndekirina aramiyê jî gotûbêj kirine.

Fermandariya Ewlehiya Navxwe pêbendbûna xwe ya ji bo bicihanîna daxwazên ewlehî û aramiyê yên xelkê bajêr ducare kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê de hat destnîşankirin ku serdan di çarçoveya têkiliyên di navbera Parêzgariya Helebê û nûnerên birêvebiriya xwecihî ya li Kobaniyê de pêk hatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst