Hewlêr (Rûdaw) - Civîna fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya li ser mijara "entegrasyona leşkerî" bi dawî bû.
Di civînê de Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û fermandarekî payebilind ê Amerîkayî jî amade bûn.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê ragihand ku civîna şandeya wan a bi rayedarên Hikûmeta Demkî re ya li Şamê bi dawî bûye.
HSDyê diyar kir ku civîn di çarçoveya nîqaşên li ser "entegrasyona leşkerî" de hatiye lidarxistin.
Navendê destnîşan kir ku "Dê piştre hûrgilî û encamên civînê bên parvekirin."
Kî di şandeyê de bû?
Şandeya HSDyê ji Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî Sozdar Hacî û Sîpan Hemoyê pêk hat.
Her wiha hat diyarkirin ku Fermandarê Operasyona Biryardariya Xwezayî Kevin J. Lambert jî beşdarî civînê bûye.
Civîn hatibû bpaşxistin
HSDyê 29ê Kanûna Pêşîn a 2025an ragihandibû ku ziyareta şandeyê ya Şamê ji ber pirsgirêkên teknîkî hatibû bipaşxistin û diyar kiribû ku dê di demeke nêzîk de pêk were.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse