Qamişlo (Rûdaw) -Nexweşên penceşêrê yên li Rojavayê Kurdistanê bi krîzeke giran a dermanan re rûbirû ne û jiyana wan di metirsiyê de ye.
Bîra nexweşên penceşêrê yên li Rojavayê Kurdistanê tenê li ser dermanan e.
Navenda Çareserkirina Penceşêrê ya Qamişloyê ku li hemû Rojavayê Kurdistanê yekane ye, ber bi nemana dermanan ve diçe.
"Tirsa min ew e ku çareseriyê nebînim"
Xedîce Oseya 62 salî, nîvê dermanên xwe yên penceşêrê li navendê peyda nake. Tirsa herî mezin a vê dayîka Kurd ew e ku rojek bê û bêyî ti çareseriyê bimîne.
Xedîce derbarê zehmetiyan ji Rûdawê re got, "Dermanên me biha ne. Qutiyek bi 360 dolarî ye û em li vir dikirin.
Li vir nîne. Em alîkariyê dixwazin. Qutiyeke din jî em bi 750 hezarî dikirin. Ez dermanên dil û xwarinê jî bi kar tînim."
Dermanên girîng peyda nabin
Pisporê nexweşiyên penceşêrê Dr. Bilind hişyariyê dide ku ev pergal jiyana nexweşan dixe metirsiyê.
Dr. Bilind got, "Em behsa komek dermanên biyolojîk û parastinê dikin. Ev derman ji bo nexweşên penceşêrê gelekî girîng in û divê rojane werin bikaranîn.
Di nexweşxaneya me de hinek nexweş nikarin mesrefên wan hilgirin. Piraniya nexweşan nikarin van mesrefan dabîn bikin."
Metirsî li ser jiyana zarokan heye
Nexweşên mezin ji rewşê têdigihîjin lê zarok nizanin ku nemana dermanan çi metirsiyeke mezin li ser jiyana wan çêkiriye.
Hinek nexweş û malbatên wan gihîştine astekê ku êdî nikarin mesrefên dermanan dabîn bikin, çi li Rojavayê Kurdistanê be, çi li Sûriyeyê be û çi jî li welatên cîran be.
Ji ber vê yekê ew daxwaza hawarçûn û alîkariyê dikin.
"Min heta niha 20 milyon xerc kiriye"
Ednan Îsa nîvê mesrefên çareseriya xwe bi alîkariya birayê xwe dabîn dike lê berîka wan jî ber bi valabûnê ve diçe.
Birayê wî Nazim Îsa li ser rewşa birayê xwe got, "Nexweşî li ser sîngê wî ye û gihîştiye milê wî.
Ev doza sêyem an çarem e. Her 21 rojan pêdiviya wî bi dozê heye. Derman peyda nabe.
Em ji derve dikirin û gelekî biha ye. Min heta niha nêzîkî 20 milyonî xerc kiriye."
Ji 20 cureyan tenê 5 cure mane
Ji bo hawarçûna vê navenda yekta ya penceşêrê ya li Rojavayê Kurdistanê bangî hemû aliyan tê kirin.
Birêvebirê Beşa Penceşêrê ya Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd Ehmed Hacî, amarên dawî parve kirin û got:
"Rojane di navbera 40 û 50 nexweşî de tên vir. Derbarê dermanên kîmyewî de, berê 20 cureyên me hebûn lê niha tenê 5 cure mane.
Dema em dixwazin bînin rê li ber tê girtin. Gelek derman hene ku biha ne û peyda nabin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse