Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Federasyona Penabarên Iraqê li Tirkiyê ragihand ku koçkirina welatiyan bo Ewropayê bi rêya keçax “zêdetir” bûye û got: “Rêya koçkirinê guheriye.”
Nûnerê Federasyona Penabarên Iraqê li Tirkiyê Hîwa Xidir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, koça penaberên Kurd ji Tirkiyê bo Ewropayê berdewam e û piraniya wan “dighin Ewropayê.”
Hîwa Xidir da zanîn ku di rojên sar û dijwar de jî koçberên Kurd rêya neyasayî ya qeçax bo gihiştina Ewropayê bikar tînin û got: “Di wan rojan de çavdêriya li ser wan kêm dibe. Niha ciwanên Kurd rê guhertine û bi rêya ava navdewletî resterast diçin Îtalyayê, evna kêmtir tên desteserkirin li gor wayên ku ji Tirkiyê diçin Yunanê.”
Nûnerê Federasyona Penabarên Iraqê li Tirkiyê amaje bi wê yekê da ku di vê hefteyê de li ser yexteke textî ya nêçîra masiyan ku xwestiye biçe Îtalyayê polîsan 168 kes desteser kirine û beşeke zêde ya wan welatî ne. Li gor Hîwa Xidir, hejmareke zêde ya welatiyan xwe amade dikin bo germbûna hewayê û geşta ber bi derve û got: “Ji Kurdistanê û vê derê Tirkiyê jî gelek kes ligel me diaxifin û amadekariyan dikin bi rêya neyasayî û qeçax biçin.”
Hîwa Xidir behsa wê yekê jî kir ku pirsgirêkek ji welatiyan re çêbûye û ew jî wergirtina vîzeya Tirkiyê zehmet bûye û got: “Bo hemû kesekî nayê dayîn. Wek caran vîzeya Tirkiyê bihata dayîn pêleke gelekî mezin a Kurdan îsal xwe digihandin Tirkiyê daku biçin Ewropayê.” Sala borî ji ber koçkirina bi rêya qeçax û neyasayî, çendîn welatiyan canê xwe ji dest dank u termê piraniya wan jî heta niha nediyar in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse