Li navçeya Kamêranê ya Sineyê, jîngehparêz û xelkê bi hev re dest bi paqijkirina jîngehê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kamêranê ya Sineyê, jîngehparêz û xelkê bi hev re dest bi paqijkirina jîngehê kir.
Xelk û jîngehparêz zibil û bermahiyên li jîngehê bi hev re kom dikin.
Jîngeparêzên navçeya Kamêranê bajarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê, ji welatiyan xwest ku zibil û bermayiyên xwe li nav sirûşitê nehêlin, daran nebirin û agir li cihên guncaw pêxin da ku ziyan negihe jîngehê.
Jîngeparêzên Kamêranê mijûlî komkirina zibilê wan kesanin ku ji bo seyranê çûne seyrangehan û bermayiyên xwe li cihên xwe hiştine.
Hejmara kesên grîngiyê didin jîngehê zîdetir bûye
Jîngeparêz dibêjin, hejmara wan kesên grîngiyê didin jîngehê zîdetir bûye lê hîn jî gelek kes giringiyê nadin parastina jîngehê.
Çalakvanê Jîngehê yê bi navê Zefer Yuzî ragihand, wan bi alîkariya xelkê herêmê û dest bi paqijkirina jîngehê kiriye.
Herwiha jîngehparêzê bi navê Eşkan jî derbarê çalakiya jîngehê de got:
“Jîngeh ew cih e ku em lê dijîn. Em hatin jîngehê paqij bikin.
Li gorî salên berê xelk jî wekî berê zibilê navêje nava jîngehê lê dîsan jî hinek kes hene.
Em ji xelkê dixwazin ku jîngehê biparêze û zibilê xwe li cihê xwe nehêlin.”
Beriya bi 3 hefteyan pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin û gelek kes çûn seyrangehê.
Hinek kesan zibil û plastîk li dûv hiştin û niha jîngehparêz û xelkê gundê Şayinê yê Kamêranê wan bermahiyan paqij dikin.
“Jîngeh exlaq e”
Muxtarê gundê Şayinê Wirya Xatirî jî debarê çalakiya parastina jîngehê got:
“Jîngeh exlaq e, jîngeh erk e. Paqijkirina niştiman, li serê çiyayan, li nava gund û ser cadeyan ev erka me hemûyan e.”
Bi hatina Newrozê jî li gelek gundên Kamêran, Merîwan û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê jîngehparêz û xelkê wekî sembola nûbûn û pakbûnê dest bi paqijkirina gund û jîngehê kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse