Hewlêr (Rûdaw) - Di bêhnvedana Cejna Qurbanê de geştyaran berê xwe da Girava Axtamarê ya Gola Wanê.
Ji navçeyên Artemêt û Westanê yên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê li keştiyan siwar dibin û piştî nîv demjimêrê digihêjin giravê.
Geştyara ji Çanakkaleyê Gunay Erdînç anî ziman:
“Sala borî em 90 kes hatibûn. Hemû bajarên vê derê û bi taybetî Wan gelekî bi dilê me bû.
Îsal jî em 45 kes hatin. Ez li 40 welatan geriyam lê wekî xwezaya welatê me xweş nîne.”
Girava Axtamarê yek ji wan cihên geştyariyê ye ku geştyar di hemû demsalan de dikarin berê xwe bidin wir.
Li wê giravê dêrek heye ku sala 915an bi fermana Qralê Gagîkê Yekem hatiye avakirin.
Ji ber vê yekê salane hejmareke zêde ya geştyarên Xirîstiyan jî diçin serdana wê.
Ji bilî Girava Axtamarê 3 giravên din ên bi navên Çarpanak, Adir û Kuşadalariyê jî di navs Gola Wanê de hene.
Geştyarê ji Gîresunê Muhammed Bahadir jî got:
“Beriya ez werim ji min re gotin biçe Girava Axtamarê.
Min dîroka vê derê jî xwendibû.
Dîrokeke wê ya bibandor heye û ne tenê dîroka wê xweza jî bêhempa ye.
Pêşniyar dikim ê ev der nedîtiye bila were serdanê.”
Li gorî amarên Birêvebiriya Geştyariyê ya Wanê di 5 mehên destpêkê de nêzîkî 60 hezar geştyarên navxwe û biyanî çûne serdana giravê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse