Bakirhan Cejna Qurbanê li Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî pîroz kir

06-06-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Serok Barzanî Nêçîrvan Barzanî Bafil Talebanî Tuncer Bakirhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re telefon vekir û Cejna Qurbanê li wan pîroz kir.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê bi wesîleya Cejna Qurbanê telefonî serokên partiyên siyasî û malbatên kesên ku di dem û şert û mercên cuda de canê xwe ji dest daye kir û cejn li wan pîroz kir.

DEM Partiyê li ser pêwendiyên telefonî yên Bakirhan û Hatîmogullariyê daxuyaniyek belav kir.

Telefonî serkirdeyên Kurdistanê kir

Bakirhan telefonî Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û cejn li wan pîroz kir.

Bakirhan her wiha telefonî Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavvat Dervîşoglu, Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Saadatê Mahmut Arikan, Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan, Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan, Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş û hevserokên giştî yên partiyên din jî kir û cejn li wan pîroz kir.

Telefonî dayîka Eren Bulbul kir

Bakirhan her wiha telefonî Dayîkên Aştiyê, Dayîkên Şemiyê, malbata Berkîn Elvan û Ayşe Bulbula dayîka Eren Bulbulê ku li Trabzonê di şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê de hat kuştin kir û cejn li wan pîroz kir.

Hatîmogullariyê telefonî malbatên Çagirga, Onkol û Kaymaz kir

Hatîmogullariyê jî telefonî serokên partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê Ozel, Babacan, Arikan, Davutoglu, Erbakan, Serokê EMEPê Aslan, Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş û hevserokên giştî yên partiyên hevpeymanên DEM Partiyê kir û cejn li wan pîroz kir.

Hatîmogullariyê her wiha telefonî malbatên Cemîle Çagirga, Ceylan Onkolê û Ugur Kaymaz kir û cejn li wan pîroz kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst