Heseke (Rûdaw) - Li Kampa Waşokanî ya li nêzîk bajarê Hesekê ku koçberên Serê Kaniyê lê dimînin, belavbûna dûpişkan ji bo jiyana koçberan metirsiyek mezin çêkiriye. Koçber dibêjin, dûpşik weke gêrikan zêde bûne, dikevin nava konên wan û metirsiyê li ser zarokên wan çêdikin. Heta niha ti rêxistineke navdewletî alîkarî ji koçberên Kampa Waşokanî re naşînin.
Bi bilindbûna pileyên germa havînê re, koçberên Kampa Waşokanî li nêzîk bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, zehmetiyên wan bêhtir bûne, ew ji ber germê jî nikarin di hundirê konan de rûnin.
Alavên hênikkirinê peyda nabin, sardank ji bo parastina xwarinê bi yekcarî tune ne, elektrîk tune ye, û zarok ji ber têhna germê nexweş dikevin.
Kemal Yûsif yek ji koçberên kampê dibêje: “Derbarê dûpişkan de, em şev ranazên, tu nizanî dûpişk ji ku derdikevin, ne derman û ne tiştek heye, dûpişk weke girgêrîkan gelek in, bi ku ve biçî dûpişkan dibînî.”
Bi ser rewşa xerab de, ev demek e diyardeya pirbûna dûpişkan di nav kampê de rû daye. Taxeke sax di kampê de, koçberan nav lê kiriye taxa dûpişkan, koçber bi şevê pê de ji tirsa pêvedana wan şiyariyê dimînin, ji ber ku li ser zarokên xwe ditirsin.
Koçberekî din bi navê Ebdilezîz Mehmûd jî dibêje: “Ji ber ku dûşik gelek in, navê karta dûşikan li cihê me dikin, dûpişik bi alî me de têne, bi taybet doh ji ber toz û ba, dûşik derbasî nav konên me bûn.”
Hûriya Ezû jî dibêje, ew ji canê zarokên xwe ditirsin û diayr dike: “Em li ser zarokên xwe ditirsin, me malên xwe ji dest da, gelo em zarokên xwe jî ji dest bidin.”
Heyva Sor a Kurd jî gazinan ji kêmbûna dermanê dûpişkan dike, û ji rêxistinên navdewletî dixwaze guh bêhtir bidin Kampa Waşokanî, deriyê alîkariyan jê re vekin.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşokanî, Cîhan Amir ji Rûdawê re ragihand: “Li vê derê dûpişk û mar hene, ne ku tunebin, ew navçe bi xwe navçeyek e ku dûpişk û mar li axa wê pir hene. Niha taxek çêbûye, ku jê re tê gotin, taxa Dupişkan, ku li wê derê her kevirekî rakî, li binê wê dûpişkek derdikeve. Mixabin ti kesî heta niha alîkariya me nekiriye. Niha hinek rêxistin hene ku derman reşandin, li nav konan û li derveyî konan, ew îro bû sê roj ku qediyaye, lê hêj me ti encam nedîtiye. Eger ew alîkarî bêne peydakirin, dê ji bo koçberan gelek baş be.”
Kampa Waşokanî ku bêhtir ji 5 hezar koçber tê de dijîn, îro di rewşeke xerab de ye, û çavên nişteciyên wê li deriyên alîkariyên mirovî ye ku bilez pirsgirêkên wan bêne çareserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse