Rêjeya bêkariyê li Duhokê ji %15 ye û ciwan nikarin kar peyda bikin

06-07-2023
Heyder Doskî
Rêjeya bêkariyê li Duhokê ji %15 ye û ciwan nikarin kar peyda bikin
Rêjeya bêkariyê li Duhokê ji %15 ye û ciwan nikarin kar peyda bikin
Nîşan Duhok Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê beşeke derçûyên zankoyê nikarin kar peyda bikin û di rewşeke xirab de dijîn. Desteya Amarana a Herêma Kurdistanê dibêje, rêjeya bêkariyê ya li Duhokê ji %15 derbas kiriye.

Rêving Adil bavê du zarokan e û ew û hevjîna xwe her du jî derçûyên zankoyê ne lê bêkar in. Heta niha nekarîne ji xwe re maleke serbixwe ava bikin û ji ber ku nikarin debara xwe bikin li mala bavê xwe dijîn.

Rêving Adil got, “Me gelekî hewl da lê kar bi dest me neket. Niha em debara xwe bi karkeriyê dikin. Ez di sala 2019an de zewicîm. Hevjîna min mezûnê zankoyê ye û bêkar e.”

Kura tenê 19 kîlometreyan dûrî navenda Duhokê ye. Bêkariyê hejmarek zêde ya ciwanan bêzar kiriye.

Ciwanekî bêkar Barzan Heyder dibêje şert û mercên derfetên kar “ecêb in” û tîne ziman, “Hezar mixabin kesê ku zanko qedandiye hin pêwîstiyan bi cih neyîne an jî jîr be jî pêwîstiyan pêk nayîne. Pir zehmet e, kar bêhtir bi torpîlan dimeşe.”

Li gor amarên Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê rêjeya bêkariyê li Duhokê ji %15 e û Rêveberiya Plandanan a Iraqê jî Duhokê weke parêzgeha herî hejar a Herêma Kurdistanê destnîşan dike.

Duhok wek paytexta bazirganiyê û deriyê sînorî tê dîtin lê wek xwediyê kompanyayekê dibêje, ji ber yekdestdariya hin kompanyayan di hinardekirina berheman de, nahêlin karê wan berfireh bibe.

Ebdulezîz Reşîd Nebî got, “Ew edaletek nerewa ye. Ji bo hin kesan zêde û ji bo hinekan jî kêm tê hesibandin. Mînak ji bo Cejna Qurbanê me hewl da ku em hin tiştan ji Ukraynayê bînin. Zehmetî ji me re derxistin, me neçar dev jê berda, bi tu awayî me nekarî bînin.”

Li gorî Plandanîna Iraqê, hejmara şêniyên parêzgeha Duhokê bêyî penaberan nêzîkî 1.5 milyon kes e. Rêjeya bêkariyê di nav derçûyên zankoyan de bilind e.

Rêveberê Rêveberiya Kar a Duhokê Ebdulkerîm Şêx Hemed jî got, “Yên ku nikarin bi hêsanî kar peyda bikin derçûyên zankoyan e. Rêjeya bêkariyê li Duhokê ji Hewlêrê û Silêmaniyê zêdetir e. Ev ne tenê ji bo rojek an du rojan e, ev çend sal in wisa ye.”

Parêzgeha Duhokê nêzîkî ji %50ê dahata Herêma Kurdistanê pêk tîne û zêdetirî 14 bîrên petrolê lê hene, tevî ku deriyê sînorî bi Tirkiyê û Ewropayê re heye lê ev çend sal in hejarî û bêkariyê qirika xelkê bernedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst