Nîhat Şahîn piştî 30 salan hat berdan

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nîhat Şahîn Riha Girtiyên Siyasî Pêvejoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê siyasî Nîhat Şahînê ku piştî 30 sal û 6 mehan hat berdan, li Rihaya Bakurê Kurdistanê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Şahîn di dema pêşwaziyê de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, "Êdî dema azadiya gelê Kurd e."

Li gorî nûçeya MAyê Nîhat Şahîn îro li Balafirgeha GAPê ya Rihayê ji aliyê malbata xwe, nûnerên saziyan, Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar û bi sedan kesan ve bi kulîlk û dirûşman hat pêşwazîkirin.

"Kesî serî netewand"

Nîhat Şahîn li ber balafirgehê daxuyanî da û bal kişand ser binpêkirina mafan a li girtîgehan.

Şahîn diyar kir ku hinek hevalên wan 33 sal û zêdetir e girtî ne û got:

"Dil dixwest em bi hevalên xwe re zûtir derketana. Ez jî demeke dirêj dîl hatim girtin lê li hemberî vê polîtîkaya dîlgirtinê kesî tawîz neda û serî netewand.

Em li rûmet, nasname, çand û zimanê gel xwedî derketin. Ew polîtîkayên nemirovî hatin pûçkirin.

Îro ji bo me serkeftineke mezin û watedar e."

"Bila hemû hevalên me bên berdan"

Şahîn destnîşan kir ku li girtîgehan înfaz tên şewitandin (berdan tên bipaşxistin) û wiha pê de çû:

"Tevî Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê ya ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo dest pê kiriye jî ev polîtîka li girtîgehan berdewam dikin.

Em polîtîkaya dîlgirtinê şermezar dikin. Ev pêvajo, aştî û biratiya gelan e loma em dixwazin nexweş jî di nav de hemû hevalên me bên berdan.

Silavên hemû hevalan ji we re hene. Eger têkoşîna li çiya û zindanan nebûya em nedigihiştin van rojan.

Em li hemberî têkoşîna gelê Kurd bejna xwe ditewînin."

"Em ji Rêber Apo bawer dikin"

Nîhat Şahîn amaje bi pêşhatên pêvajoya çareseriyê jî kir û got:

"Niha pêvajoyek heye û bi înîsiyatîfa Rêber Apo tê meşandin. Baweriya me bi rêbertiya me heye.

Me heta îro ji ti tiştê ku wî kiriye şik nekir û îro jî şikê nakin.

Em bawer dikin ku ev pêvajo dê veguhere aştiyê û dê aştiyê bîne ji bo gelên Rojhilata Navîn, di serî de jî ji bo gelê Kurd û Tirk.

Gelê Kurd dê bigihîje nasname, çand û zimanê xwe. Êdî dema azadiya gelê Kurd e."

Nîhat Şahîn sala 1995an li Amedê hat desteserkirin û girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebetê li Şahîn birîbû.

Şahîn di vê maweyê de li girtîgehên Amed, Gîresun, Semsûr, Karabuk, Osmaniye û herî dawî jî li Tekîrdagê di girtîgehê de bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst