Bayram Bozyel: Çekdanîn dê rê li ber siyaseta sivîl veke

06-07-2025
RÛDAW
Bayram Bozel\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bayram Bozel\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Bayram Bozyel Pêvajoya Çareseriyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel diyar ki ku çekdanîna PKKyê dê atmosfera siyasî nermtir bike û rê li ber siyaseta sivîl veke.

Bozyel da zanîn tevî ku gel bi hêvî ye şer bi dawî bibe lê nezelaliya dewletê û daxuyaniyên Ocalan ên li ser statuyê, gel dixe nava gumanan.

Seerokê PSKyê her wiha amaje bi rola hêzên navneteweyî dike û tekez dike ku çekdanîna PKKyê dê rê li ber siyaseta sivîl veke.

Bayram Bozyel, derbarê "pêvajoya çareseriyê" û mijara çekdanîna PKKyê de ji Rûdawê re axivî û bersiv da pirsên Dildar Herkî.

Bozyel da zanîn ku her çend gelê Kurd ji dawîhatina şer kêfxweş be jî, nezelaliya dewleta Tirkiyê û gotinên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ên derbarê statuyê de, di nava gel de guman û fikaran çêdike.

"Gel hem bi hêvî ye, hem jî bi guman e"

Bayram Bozyel diyar kir ku gelê Kurd ji ber êş û ziyanên mezin ên şer, bi hêvî li dawîhatina pevçûnan dinêre û got: "Gel ji bo pêvajoyê hêvîdar e. Vî şerî zerereke mezin a madî û manewî gihand Bakur û parçeyên din ên Kurdistanê.

Xelkê me gelek êş kişand, loma jî kêfxweş e ku PKK çekan deyne û şer bi dawî bibe. Bi vî awayî hinceta dewletê namîne ku bi navê PKKyê êrişî Kurdan bike."

Serokê PSKyê bal kişand ser gumanên di nava gel de û wiha pê de çû:

"Pirsgirêka Kurdan bi awayekî aşkere nayê nîqaşkirin. Ti peyameke zelal a dewletê ji bo çareseriyê nîne.

Pêwîst e rayedarên dewletê di vê mijarê de zelal bin û peyamên erênî bidin Kurdan da ku gel bi hêvî be."

"Dewlet pirsgirêkê wekî 'meseleya terorê' dibîne"

Bayram Bozyel da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê ji siyaseta xwe ya înkarê ders dernexistiye û got:

"Rayedarên Tirkiyeyê vê pêvajoyê wekî 'pêvajoya Tirkiyê bêteror' bi nav dikin.

Car caran dibêjin 'me Pirsgirêka Kurdan çareser kiriye, tenê meseleya terorê maye, heke PKK çekan deyne ew jî dê çareser bibe'.

Divê bê zanîn ku fatûreya çaresernekirina Pirsgirêka Kurdan hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Tirkan gelekî giran bûye."

"Gotinên Ocalan nerehetiyê çêdikin"

Bayram Bozyel rexneyên tund li helwesta Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî girt û anî ziman ku daxuyaniyên wî di nava gel de fikaran çêdikin û got:

"Helwesta Abdullah Ocalan jî bêhêvîtiyê çêdike. Ji ber ku Ocalan di daxuyaniyên xwe de dibêje ku Kurd êdî ti statuyê, wekî otonomî û federaliyê naxwazin.

Ev yek li cem miletê Kurd nerehetiyeke mezin çêdike.

Xelk dipirse, 'gelo me 40 sal in ji bo çi şer kir û evqas fedakarî da?' Pêwîst e zelalî hebe û ne tenê mijara çekan lê çareserkirina Pirsgirêka Kurdan di rojevê de be."

"Hêzên navneteweyî pêvajoyê ferz dikin"

Serokê PSKyê amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên navneteweyî roleke sereke di vê pêvajoyê de dilîzin û her du alî neçarî çareseriyê kirine.

Bayram Bozyel got, "Li gorî zanyariyên me, hêzên navneteweyî ev pêvajo li ser Tirkiyeyê ferz kirine.

Hem PKK û hem jî Tirkiye neçar in vê meseleyê çareser bikin.

Ev şer li pêşiya aramî û jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn astengeke mezin e. Pêwîst e PKK çekan deyne da ku hin hêzên navneteweyî wê bi kar neynin.”

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Bozyel got ku derfeteke dîrokî li pêş Kurdan heye û yekîtiya wan hêviyan zêde dike ku bigihîjin statuyekê.

Li gorî wî, çekdanîna PKKyê dê siyasetê li Bakur aram bike û rê li ber siyaseta sivîl veke.

Serokê PSKyê her wiha aşkere kir ku ji bo beşdarbûna merasîma çekdanînê pêşniyar li wan jî hatiye kirin lê ew dl beşadarî merasîmê nebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst