Li Sêrtê ji bo masîgirtina bi qaçaxî 3 kes hatin cezakirin

06-08-2019
RÛDAW
Nîşan Sêrt Masî Qaçax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê 9 hezar û 870 lire ceza li 3 kesên ku bi qaçaxî masî girtin, hat birîn.

 

Li gorî agahiyên berdest, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Sêrtê li ser îxbarê, li herêma Yiginlî ya gundê navendê Yokuşbaglarê di otomobîla ku plaqeya wê 56 AG 022 ye de lêgerîn kirin.

 

Di lêgerînê de 3 aku, jenerator û 60 kîlogram masî hatin girtin.

 

Ji ber binpêkirina yasaya berhemên avê 9 hezar û 870 lire (hezar û 750 dolar) pere cezayê îdarî li 3 kesan hat birîn.

 

Alav û masiyên bidestxistî, radestî Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê hatin kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst