Nasnameyên 5 gerîlayan hatin eşkerekirin

06-09-2025
RÛDAW
Nîşan HPG Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 5 gerîlayên ku li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Dîcle Arya, Dengtav Amed, Devran Mizgîn, Gulnaz Karataş, Welat Gever sala 2021ê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da zanîn ku her 5 gerîlayan jî li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê di êrişên hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her 5 gerîlayan bi vî rengî ne:

Dîcle Arya: Navê wê yê fermi Sabriye Duman e û li Colemêrgê ji dayîk bûye 19ê Hezîrana 2021ê li Zapê canê xwe ji dest daye.

Dengtav Amed: Navê wî yê fermî Ferhat Demîr e û li Mêrdînê ji dayîk bûye û 17ê Tebaxa 2021ê li Garê canê xwe ji dest daye.

Devran Mizgîn: Navê wî yê fermi Ozgur Sayak e û li Çewligê ji dayîk bûye û 31ê Gulana 2021ê li Avaşînê canê xwe ji dest daye.

Gulnaz Karataş: Navê wê yê fermî Hanîfe Xelîl e û li Efrînê ji dayîk bûye û 1ê Çiriya Pêşîn a 2021ê li Garê canê xwe ji dest daye.

Welat Gever: Navê wî yê fermî Veysî Bînîcî ye û li Colemêrgê ji dayîk bûye24’ê Hezîrana 2021ê li Xakûrkê canê xwe ji dest daye.

HPGyê di beşeke din a daxuyaniyê de ji malbatên gerîlayan û xelkê Kurd re sersaxî xwest. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst