SEMSÛR - Namzeda parlamenteriyê ya HDPyê hat girtin: Hincet PKK ye

06-11-2024
RÛDAW
Nîşan Ayten Yilmaz Girtin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê Ayten Yilmaz bi hinceta “endamtiya PKKyê” hat girtin.

Bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê tîmên Fermandariya Cendirmeyan “bi armanca eşkerekirina çalakiyên PKKyê operasyonek kiriye”.

Jineke bi navê Ayten Yilmazê bi îdiaya ku “endama PKKyê ye” hatiye desteserkirin.

Tîman ew piştî karûbarên yasayî bir dadgehê.

Dadgehê derbarê Ayten Yilmazê de bi heman hincetê biryara girtinê da.

Yilmaz sala 2015an namzeda parlamenteriyê ya HDPyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Civîna Nêçîrvan Barzanî Balyozê Rûsyayê yê Îraqê/Wêne: Rûdaw Grafîk

Nêçîrvan Barzanî Balyozê Rûsyayê yê Îraqê qebûl kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutrashev li Hewlêrê civiyan