Serok Barzanî: Em di bin zextê de ji mafên xwe tewîzan nadin

06-11-2025
RÛDAW
Nîşan PDK Serok Mesûd Barzanî Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi berpirs û kadroyên Liqa Şeş a Ewropayê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya.

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Serok Barzanî di destpêka civînê de bixêrhatina berpirs û kadroyên PDKyê yên li Ewropayê kir.

Serok Barzanî ji bo veger û piştgiriya wan a ji bo serkeftina Lîsteya 275an a PDKyê kêfxweşiya xwe anî zimên.

Serok Barzanî behsa rol û ked û xebata kadroyên PDKyê yên li derveyî welat kir.

Serok Mesûd Barzanî got, wan ji bo serkeftina pirsên neteweyî her tim roleke berbiçav lîstiye û têkoşiyane.

Serok Barzanî her wiha hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Serok Mesûd Barzanî derbarê pêvajoya siyasî ya Îraq, Rojhilata Navîn, Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de axaftinek pêşkêş kir.

Serok Barzanî her wiha behsa pêkneanîna madeyên destûra Îraqê kir û got ev yek bûye sedema derketina bi dehan pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Serok Barzanî tekez kir ku peknaîna madeyên destûra Îraqê sedema sereke ya aramî, avedanî û pêkvejiyanê ye.

"Dijmin hewl didin ezmûna Herêma Kurdistanê têk bidin"

Serok Barzanî behsa zilm û tawanên rejîmên Îraqê yên li hemberî gelê Kurdistanê kir.

Serok Mesûd Barzanî eşkere kir ku piştî ew qas zilm û malwêranî, niha Herêma Kurdistanê xwedî statuyeke siyasî ye.

Serok Barzanî got, “Herêma Kurdistanê tevî astengî û rêgiriyan bêyî cudahî ji bo bipêşxistin û avakirina bajar û bajarokan di nav hewleke mezin de ye.”

Serok Barzanî da zanîn ku projeyên gelekî mezin hatine encamdan. Serok Barzanî got, piraniya van projeyan bi hêz û derfetên navxweyî pêk hatine.

Serok Barzanî ji berpirsên PDKyê yên Ewropayê re got ku divê ew têkoşîna xwe bidomînin.

Serok Mesûd Barzanî diyar kir ku çawa ew di pêşerojê de wekî Pêşmergeyan têkoşiyane, divê niha jî li dijî hewlên li dijî xelk, hikûmet û Herêma Kurdistanê hene têkûşîna xwe bidomînin.

Serok Barzanî eşkere kir ku dijmin bi planên curbicur hewl didin ezmûna Herêma Kurdistanê têk bidin.

Serok Barzanî got, ew bi taybetî hewl didin bi rêya belavkirina madeyên hişber vê yekê bikin.

"Em dê ji mafên xwe tewîzan nedin"

Serok Barzanî ji kadroyên PDKyê re got ku pêwîst e her kes pişta xwe bi xwe ve girêde û çavê wan li destê kesî nebe.

Serok Barzanî got, “Di dîrokê de diyar e, kengî Kurdistan ketibe rewşeke metirsîdar û rastî êrişa neyaran hatibe, tenê Pêşmergeyan ax û rûmeta Kurdistaniyan parastiye.

Me pişta xwe bi Xwedê û gelê xwe girêdaye lewma jî em di ti rewşê de û di bin ti zextê de ji mafên rewa yên gelê xwe tewîzan nadin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst