Otobusa rêwiyan li barhilgirê da: Gelek mirî û birîndar hene

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Osmaniyê Qeza Mirin Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî navçeya Bahçeyê ya Osmaniyeyê, otobusa rêwiyan li barhilgirekê xist.

Li gorî zanyariyên destpêkê 7 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser rêya Tarsus-Edene-Dîlokê, li nêzîkî navçeya Bahçeyê rû da.

Li gorî agahiyan, otobusa rêwiyan a bi plakaya 27 AVD 454 ku A.A.yê 42 salî diajot û ji Îzmîrê diçû Dîlokê, ji paş ve li barhilgira bi plakaya 06 CSZ 834 xist.

Hat diyarkirin ku barhilgira di bin kontrola H.K.yê 52 salî de, ji ber ku tekerê wê teqiyabû li ser rê sekinîbû.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Daxuyaniya parêzgariyê

Parêzgariya Osmaniyeyê derbarê qezayê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di qezayê de 7 rêwiyên di otobusê de canê xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûne.

Walîtiyê da zanîn ku xebatên tesbîtkirina nasnameya kesên mirî berdewam dikin û rê ji trafîkê re hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst