Li Dîlok û Erziromê qeza: 7 mirî, 7 birîndar

17-08-2025
RÛDAW
Nîşan Erzirom Dîlok Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Dîlok û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê di du qezayên cuda de 7 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Erzirom û navçeya wê Tortimê, otomobîla ku Muhammed Yîgît Keskîn diajot û otomobîla û ku Cengîz A. diajot li hev qelibîn.

Di encama liheveketinê de şofêrê otomobîlê Cengiz A. û Kadriye B., Abdurrahman A. û Abdulkadir A. yên di heman otomobîlê de mirin.

Şofêrê otomobîla din Muhammed Yîgît Keskin û Muhammed Anil, Gonca û Ada Selîn ên di heman otomobîlê de jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Erziromê.

Tîmên tenduristiyê her wiha termê 4 kesan jî birin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Erziromê.

Li Dîlokê 3 mirî, 3 birîndar

Li parêzgeha Dîlokê jî du otomobîlan li hev xist û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li aliyê din li ser rêya Dîlok û Rihayê otomobîla ku M.F.E diajot û otomobîla ku T.S. diajot li hev qelibîn.

Si encamê de H.Ş.yê 21 salî, M.C.H.yê 19 salî û O.F.D. mirin.

Her wiha her du şofêr û kesê bi navê B.K. jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her 3 birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Dîlokê.

Derbarê bûyerê dest bi lêkolînê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst