Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser êrişa li taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê peyamek belav kir û dilgiraniya xwe anî ziman.
Komên hikûmeta Sûriyeyê ji doh ve bi tank û topan êrişî taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dike.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku “7 kes şehîd ketine û 54 kes jî birîndar bûne.”
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew bûyerên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ji nêzîk ve û bi dilgiranî dişopîne û got:
"Ez bi dilgiraniyeke kûr li bûyerên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê dinêrim.
Di vê dema dijwar û zehmet de dilê min li gel gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye."
Talebanî tekez kir ku ew alîgirê çareseriya bê tundî ye û wiha axivî:
"Ez piştgiriyê didim hewldanên ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan."
Aloziya li Helebê roja Sêşemê piştî ku komên hikûmeta Şamê dest bi topbarana giran a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kir, dest pê kir.
Li gorî amarên dawî yên Asayîşa taxên Kurdan ên li Helebê, di encama êrişên bi tank, top û dronan de herî kêm 7 sivîlan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne.
Serok Mesûd Barzanî jî îro di peyamekê de hişyarî dabû ku "gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan heye" û bangî hikûmeta Sûriyeyê kiribû ku nakokiyên siyasî nekin nakokiyên neteweyî.
Fermandariya Giştî ya HSDyê red kiribû ku hêzên wan li bajêr hebin û ragihandibû ku hikûmeta Şamê ciwanên revandî wekî "mertalên zindî" bi kar tîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse