Hewlêr (Rûdaw) – Rapora Turgut Ozal a li ser çareserkirina Pirsgirêka Kurdan dê wekî pirtûk çap bibe.
Serokê Weqfa Turgut Ozal Semîh Narli ragihand ku ew dê "Rapora Başûrêrojhilat" a li ser Pirsgirêka Kurdan ku 8emîn Serokkomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal ji wezîrên berê Adnan Kahvecî û Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan ê berê Orgeneral Eşref Bîtlîs re amade kiribû, di demeke nêzîk de bi raya giştî re parve bikin.
Semîh Narli ji AAyê re daxuyanî diyar kir ku Turgut Ozal birêvebirekî wisa bû ku rê nîşanî qedera Tirkiyeyê daye.
Narli di berdewamiyê jî de got, "Rê, pir, bendav, derbasbûna aboriya bazara azad û vîzyona Tirkiyeyeke ku berê xwe daye derve. Bingehên wê asta muhteşem a ku em îro di pîşesaziya berevaniyê de gihiştinê, di serdema Ozalî de hatine avêtin.
Narli anî zimên ku Turgut Ozal di salên 1990î de yek ji mîmarên herî girîng ên pêvajoya aştiyê bû û got, “Xeyala herî mezin a Ozal Tirkiyeyeke wisa bû ku bi hemû pêkhateyên xwe re bira be, xurt be û di nav pênc hêzên ewil ên cîhanê de cih bigire.”
Narli her wiha got, "Eger Turgut Ozal tenê 4-5 salên din li jiyanê maba, dibe ku em îro di Tirkiyeyeke gelekî cuda de bijiyan."
"Avahiyên kûr Ozal ji holê rakir û rê li ber vê derfeta dîrokî girt"
Narli diyar kir ku Ozal ji Adnan Kahvecî û Eşref Bîtlîsî re li ser Pirsgirêka Kurdan raporeke berfireh amade kiriye û wiha pê de çû:
"Wî bi wêrekiyeke mezin anî zimên ku ev mesele ne bi çekan lê bi rêyên muzakere û demokratîk dikare were çareserkirin.
Girtenameyên Îmraliyê yên ku van çend rojên dawî di çapemeniyê de cih girtin, ev rastiya dîrokî careke din nîşan da.
Wekî ku di girtenameyan de cih digire, Turgut Ozal ji Abdullah Ocalanî re gotibû ku têkoşîna çekdarî dê ti qezencê nede ti kesî û eger çek bên danîn ew amade ye hemû gavên demokratîkbûnê biavêje.
Ocalan jî diyar kiriye ku wî ev bang bi qîmet ditiye, baweriya xwe bi Ozal aniye û biryar daye ku rêxistinê fesix bike û têkoşînê li ser zemîna siyasî û demokratîk bidomîne lê berî ku ev biryar pêk were Ozal koça dawî kiriye.
Mixabin avahiyên kûr û navendên emperyalîst ên ku nexwestin pêvajo bi ser bikeve, Turgut Ozal ji holê rakir û wan rê li ber vê derfeta dîrokî girt.
Di xala ku îro em gihiştinê de, dema mînaka merhûm Ozal li ber çavan be, ew derketina wêrek a ku Birêz Devlet Bahçelî û Serokkomarê me nîşan daye, wî birêvebirê wêrek ê salên 90î Turgut Ozal careke din tîne bîra me."
“Ozal di vê rêyê de jiyana xwe ji dest da”
Narli destnîşan kir ku Ozal di vê rêyê de jiyana xwe ji dest daye û got, "Îro helwesta Serokkomarê me û Birêz Bahçelî ya ku heman berpirsyarî û rîskê didin ber çavên xwe, gelekî bi qîmet e."
"Ne pirsgirêka Kurdan bi Tirkan re û ne jî ya Tirkan bi Kurdan re heye"
Narli diyar kir ku di konferansên bi slogana "Di Niştiman de Yekîtiya Neteweyî, Tirkiyeya Xurt" ên ku wan li bajarên herêmê (Bakurê Kurdistanê) li dar xistine de, wan ditiye ku li hemberî Serokê MHPyê Devlet Bahçelî sempatiyeke xurt çêbûye.
Semîh Narli di berdewamiyê jî de got, "Di rastiyê de ne Pirsgirêka Kurdan bi Tirkan re û ne jî ya Tirkan bi Kurdan re heye.
Pirsgirêk ne di nav gel de ye, pirsgirêk di wê têgihiştinê de ye ku bi salan e zererê dide vê biratiyê."
“Em piştgirê pêvajoyê ne”
Serokê Weqfa Turgut Ozal di berdewamiyê jî de got,"Em li qadê dengê milet dibihîzin, ji dilbûn û îradeya yekîtiyê bi zelalî dibînin.
Em plan dikin ku 'Rapora Başûrêrojhilat' ya ku Turgut Ozal di salên 90î de ji Eşref Bîtlîs û Adnan Kahvecî re amade kiribû û niha di qonaxa çapê de ye, di demeke nêzîk de wekî pirtûkokekê bigihînin raya giştî û hemû partiyên siyasî.
Wekî Weqfa Turgut Ozal, ez bi eşkereyî dibêjim ku em ne tenê piştgirê xeyala nîvcomayî ya Ozal û armanca ‘Tirkiyeyeke Bêteror’ in, em mîratgirên manewî û xwediyê vê pêvajoyê ne.
Baweriya me ew e ku temamkirina vê xeyala mezin a Turgut Ozalî dê nesîbî Serokkomarê me û Birêz Devlet Bahçelî bibe.
Tirkiye xwediyê Turgut Ozalekî din nîne ku winda bike."
Ozalî ji bo Pirsgirêka Kurdan însiyatîfa sivîl xistibû dewrê
Ozalê ku cara ewil ji bo Pirsgirêka Kurdan însiyatîfa sivîl xistibû dewrê, ji bo çareseriya pirsgirêkê gelek hevdîtin kirin û rapor amade kirin.
Ozal 12ê Adara 1991ê li Koşka Çankayayê bi Celal Talebanî re civiya û ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan hewl da.
Talebanî piştî hevdîtinê, 26ê Adara 1991ê ji kovara Der Spiegelê re daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku Ozal gotiye ew dê "xweseriyê bide Kurdan."
Turgut Ozalî Adara 1992yan parlamenterên DEPê Ahmet Turk, Sirrî Sakik û Orhan Dogan li Koşkê qebûl kirin.
Sirrî Sakik piştî hevdîtinê eşkere kiribû ku Ozalî ji wan re gotiye ew dê "efûya giştî derxîne û pirsgirêkê ji binî ve çareser bike."
Ozal ji Berdevkê Serokkomariyê Kaya Toperî û Albay Arslan Guner re raporeke Kurdan a 10 rûpelî amade kir û Wezîrê ANAPê Adnan Kahvecî ji bo amadekirina raporeke nû wezîfedar kir.
Kahvecî piştî ku demekê li bajarên herêmê (Bakurê Kurdistanê) lêkolîn kirin, raporeke bi sernavê "Pirsgirêka Kurdan çawa nayê çareserkirin" amade kir.
Ozal ew rapor wê demê di civîna Lijneya Ewlehiyê ya Netewî ya Tirkiyeyê (MGK) de dabû nîqaşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse