Petrola Kerkûkê, hilberîna zêde û hinardekirina kêm

07-04-2023
RÛDAW
Nîşan Petrola Kerkûkê Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojane zêdetirî 365 hezar bermîlên petrolê ji bîrên petrolê yên Kerkûkê tê derxistin, lê çaryeka wê tê hinardekirin, ya mayî yan tê embarkirin yan jî dişînin parzûngehan.

Hevdem bi biryara Navenda Navbeynkariyê ya Odeya Bazirganiya Navdewletî ya Parîsê (ICC) ku hinartina petrola Kurdistanê hatibû rawestandin, 25ê Adarê hinartina petrola Kerkûkê jî hatibû rawestandin.

Rojane 75-85 hezar bermîl petrola Kerkûkê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê tê hinardekirin. Ji bilî hinardekirina ji bendera Ceyhanê, rojane 10 hezar bermîl petrol bi rêya bejayî bo Urdinê tê hinardekirin.

Li gor zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, rojane 365 hezar bermîl petrol ji parzûngehên Kerkûkê tê berhemanîn û ev jî tê wateya ku mehane 10 milyon û 950 bermîl petrol tê berhemanîn.

Çavkaniyekê ji Kompaniya Petrola Bakur ji Rûdawê re ragihand, rojane nêzîkî 110 hezar bermîl petrol ji bîrên Kerkûkê bo parzûngehên Herêma Kurdistanê tê şandin û 120 heta 140 hezar bermîl jî ji bo parzûnkirina parzûngeha Bêcî ya li başûrê Kerkûkê tê şandin.

Çavkaniya ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku 3 milyon bermîlên petrolê yên mayî ji bo embaran hatine veguheztin daku dema pêwîst were hinardekirin yan jî parzûnkirin.

Li Kerkûkê 5 bîrên petrolê yên sereke hene, ew jî Havana, Bay Hesen, Cembûr, Xebaze û Baba Gurgur in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst