ŞIRNEX - Şêniyên gundê Êkmalê serjêkirin û dabeşkirina qurbanên xwe bi hev re dikin

07-06-2025
Ferdî Sak
Xelkê gund alîkariya hev dike / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Xelkê gund alîkariya hev dike / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Cejna Qurbanê Şirnex Gundê Êkmalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê gundê Êkmalê yê navçeya Qilebanê ya parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê bi hevkarî serê qurbanên xwe jêkirin û dabeş kirin.

Gundê Êkmalê li ser xala sifirê ya sînorê li gel Başûrê Kurdistanê cih digire.

Ev gund ji aliyê birêvebiriyê ve girêdayî gundê Mêrgehê ye ku hevsînor e li gel  gund.

Li gorî amarên Birêvebiriya Nifûsê ya navçeya Qilebanê hejmara şêniyên vî gundî tevî şêniyên gundê Mêrgehê derdora 3 hezar kes e.

Wekî her sal îsal jî xelkê bi hevkarî li baxçeyê dibistanê serê qurbanên xwe jêkirin û bi yeksanî li ser hemû xelkê gund dabeş kirin.

Hekîm Sagat wekî her karê gund di vî karê xêrê de jî pêşeng û serperişt e.

Xelkê gundê Êkmalê Hekîm Sagat got:

“Em destpêkê Cejna Qurbanê ya hemû Misilmanên cîhanê pîroz dikin.

Em hemû qurbanên xwe tînin vê derê û serjê dikin.

Yên serjê bikin û serjê nekin em li ser hemûyan belav dikin. Xwedê ji her kesî razî be.”

Gundiyan goştê qurbanên xwe bi hev re hûr kirin. Hestî û nerme ji hev cuda kirin, pîvan û xistin kîsan.

Piştre nûnerê her malê hat û para xwe bir.

“Nerîteke me ya bav û bapîran heye”

Xelkê gundê Êkmalê Çetîn Sak jî anî ziman:

“Em qurbanan wekî nerîteke hemû Misilmanan ku şertekî Îslamê ye bi cih tînin lê nerîteke me ya bav û bapîran heye.

Em li vê meydanê hemû qurbanên xwe tînin û serjê dikin.

Em hemû goşt tevlîhev dikin. Çi qas mal li gund hebin em her malê beşa wan wekî hev diyar dikin.”

Her çend nav Êkmal e lê hejmara malên li gund gihiştiye 120an.

600 kîloyên goştê 12 qurbanan, roja yekem a cejnê bêyî ferq û cudahî ket qazanên hemû malan.

Xelkê gund ji eşîra Sindiyan in ku beşek zêde ya vê eşîrê li derdorên navçeya Zaxoyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê dijîn.

Ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve xelkê vî gundî hevsînor e li gel eşîra Goyiyan û Jîrkiyan.

Ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve jî hevsînor e li gel eşîra Guliyan.

Xelkê vî gundî di navbera salên 1988 û 1991ê de çendîn caran penaberên ji Başûrê Kurdistanê pêşwazî kirine.

Çend wêneyên wê demê di pirtûka Gordon W. Rudd ya bi navê “Destwerdanên Mirovî” de hatine tomarkirin.

Herî dawî jî sala 2014an hembêza xwe ji Kurdên Êzidî yên ji Başûrê Kurdistanê vekiriye ku ji ber şerê DAIŞê koç kiribû.

Heta sala 2005an çûn û hatin di navbera xelkê Bakur û Başûrê Kurdistanê de hebû lê bi kontrolkirina sînoran a ji aliyê Tirkiyeyê ve di salên dawî de ew çûn û hatin nemaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst