Li Sêwazê agir bi otomobîlê ket

07-06-2025
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Otomobîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, li ser rê agir bi otomobîlekê ket û otomobîl bi temamî şewitî.

Li gorî zanyariyan, îro li ser rêya Sêwaz û navçeya wl Endiresê dema li ser rê diçû ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi otomobîlekê ket.

Şofêr otomobîl li kêleka rê rawestand û wî tîmên agirvemirandinê agahdar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirandin lê otomobîl bi temamî şewitî.

5 kesên di otomobîlê de bi destpêkirina agir peyabûn û wan ti zerer nedît.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst