Rêveberiya Xweser cenazeyên 11 koçberan vegerandin

07-07-2023
RÛDAW
Rêveberiya Xweser cenazeyên 11 koçberan vegerandin
Rêveberiya Xweser cenazeyên 11 koçberan vegerandin
Nîşan Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser 11 cenazeyên wan koçberên ji Rojavayê Kurdistanê ku li berava Cezayîrê xeniqîbûn vegerandin, Cezayîrê cenazeyê zarokekî nû jidayikbûyî yê malbateke Efrînî radestî Rêveberiya Xweser nekir.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebdulselam Ehmed ragihand ku wan cenazeyên wan 11 koçberan ji Cezayîrê anîne Lubnanê, ji wir jî derbasî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kirin.

Desthilata Cezayîrê zarokekî nû jidayikbûyî yê malbateke Efrînî bi hinceta ku ew zarok li ser erdê Cezayîrê jidayik bûye, radestî Rêveberiya Xweser nekir û ew li Cezayîrê veşartin.

Rêveberiya Xweser jî beriya 2 rojan ragihandibû ku ew dê cenazeyên wan koçberan ji Cezayîrê vegerînin Rojavayê Kurdistanê.

Ew 11 kes, 8 ji Kobaniyê bûn dê li wir bên veşartin, 3 jî ji Efrînê bûn ku wê li Qamişloyê bên veşartin.

Di 4 Hezîrana borî de belemeke koçberan ku 25 kes hilgirtibû û piraniya wan ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bûn li berava Cezayîrê binav bibû, ji wana tenê zarokek rizgar bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst