Balyozê Îranê li Tirkiyê: Kurd û Faris xwedî heman çandê ne

07-12-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Balyozê Îranê li Tirkiyeyê, Muhammed Ferezmend
Balyozê Îranê li Tirkiyeyê, Muhammed Ferezmend
Nîşan Îran Balyoz Kurd Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Balyozên 8 welatan yên li Tirkiyê, li bajarên Amed û Mêrdînê yên bakûrê Kurdistanê geriyan. Balyozê Îranê li Tirkiyê dibêje, "Çanda Kurd û Farisan heman çand e."

Wan serdana cihên dîrokî kirin. Balyozan li Amedê gotin, ew ê ji welatiyên xwe bixwazin ku serdana wî bajarê dîrokî bikin. Balyozê Îranê li Enqere dibêje, çanda Kurd û Farisan heman çand e, dibêje wî ji bajarê Amedê hez kiriye.

Balyozên li Enqereya Tirkiyeyê yên 8 dewletan li bajarê Amedê û Mêrdînê geriyan û serdana cih û warên dîrokî kirin. Balyozan ji bajarê Amedê pir hez kirin û gotin ew ê ji welatiyên xwe re bêjin bila bên serdana vî bajarê dîrokî bikin. Balyozê Îranê li Enqere Muhamed Ferezmend jî bal kişand ku çanda kurdan û farisan heman çand e û wî ji bajarê Amedê pir hez kiriye.

Evder hundirê mizgefta Hz. Silêman e. Melayekî sûnî û şiîyek li kêleka hev in. Yê şiî bi baldarî dixwaze taybetiya vê mizgefta dîrokî ku li bajarê Amedê ye hîn bibe. Ji ber vê yekê jî her gotinek ku ji devê rêberê wan derdikeve di serê xwe de tomar dike.

Ev kesê şiî Balyozê Îranê li Enqereya paytexta Tirkiyê Muhamed Ferezmend e. Ji bo naskirina dîroka Amed û Mêrdînê serdana cih û warên dîrokî dike.

Muhammed Ferezmend, Balyozê Îranê li Tirkiyeyê, “Çanda Kurdan û Farisan ne nêzî hev e, heman çand e. Herdu çand yek in. Diyarbekir jî yek ji wan bajarên dîrokî û kevnar e. Bajarekî pir xweş ê geşt û gûzariyê ye.”

Di bin banê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê de ji bo bajarên Amed û Mêrdînê gerek hate amadekirin. Biryar bû ji 25 welatan balyoz beşdarî vê geştê bibin. Lê tenê balyozê 8 welatan tevli vê bernameya geşt û gûzariyê bûn.

Îbrahîm Yaglu,  Nûnerê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê li Amedê, “Ji nava Sûrê, ji vir dest bi gerê dikin. Li Xana Hesen Paşa, xanên din ên dîrokî, MizgeftaMezin, dêrên Surp Gragos û dêrên sûryaniyan serdan dikin. Li Mêrdînê jî dê serdana Keleya Zerzevan û Medreseya Qasimiye û Zinciriyeyê bikin.”

Balyozên ku tevli bernameya geştiyariyê bûn cara yekemîn e ku serdana Amedê dikin. Lê di nava wan de yek heye ku cara duyemîn e tê Amedê. Ew jî balyozê Brîtanya li Enqereyê ye.

Dominick John Chilcott  Balyozê Brîtanya li Enqere, “Ev cara duyemîn e ez têm Diyarbekirê. Di sala 1978'an de jî hatibûm. Ev bajar pir guherî ye. Berê jî xweşik bû lê niha xweşiktir bûye. Piştî vê serdanê ez ê ji welatiyên xwe re bêjim bila bên Diyarbekirê. Bila bên vî bajarê xweşik û dîrokî bibînin.”

Salane ji 250 heta 400 hezarî turîst ango geştiyar serdana bajarê Amedê dikin. Lê di nava vê hejmarê de tenê ji sedî 2 geştiyarên biyanî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst