Hewlêr (Rûdaw) - Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku ji ber Coronayê rakiribûn nexweşxanê, niha rewşa wî ya tendirustî ber bi başbûnê ve diçe.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim di 24ê Mijdarê de bi Coronayê ketibû. Piştî rewşa wî ber bi xerabûne ve çûbû, li Amedê ew rakiribûn Nexweşxana Memoriala Amedê.
Yildirim ji ber rewşa xirab a tendirustiyê di beşa çavdêriya hûr a nexweşxaneyê de dihat dermankirin.
Yildirim li ser hesabê xwe yi Whatsappê derbarê rewşa xwe de peyamek belav kir û diyar dike ku rewşa wî niha baştir e.
Yildirim di peyama xwe de gotg: “Slav ji herkesî re. Rewşa min a tenduristiyê ber bi başbûnê ve diçe. Ez nikarim bersiva telefon û peyamên we bidim. Spas ji bo we hemûyan, hêvîdar im di rojên tendurist de em ê hev dîsa bibînin.”
Kadrî Yildirim di xûla 26an a parlamentoya Tirkiyê de, ji bazneya Sêrt a Bakurê Kurdistanê parlamenterê HDPê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse