Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ji bo salvegera rûxîna rejîma Beasê peyamek belav kir û got, "Paşeroja Sûriyeyê bi birêvebiriya baş û beşdariya jinan tê avakirin.”
Salek di ser rûxîna rejîma Beasê ya Sûriyeyê de derbas dibe.
Bi vê boneyê Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed peyamek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir.
"Birêvebiriya baş û beşdariya jinan"
Îlham Ehmed di peyama xwe de bal kişand ser avakirina sîstemeke nû û got:
"Di salvegera rûxîna rejîma Beasê de, bawerî nû dibe ku rakirina şopên rejîma zordar û paşeroja Sûriyeyê bi rêya birêvebriya baş û beşdariya berfireh û bi hebûna çalak a jinan di dariştina siyaset û biryaran de tê avakirin."
Ehmed her wiha diyar kir ku bipêşxistina xizmetguzariyan bingeha aramiyê ye û wiha pê de çû:
"Bipêşxistina geşepêdan û xizmetguzariyên bingehîn, zemînekê ji bo jîngeheke aram amade dike ku bikaribe piştgiriya civakan bike û rola wan a avaker vegerîne."
"Şirîkatiya niştimanî"
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ev pêvajo bi xebateke navxweyî ya xurt pêk tê û got:
"Ev rêgez bi rêya xebateke siyasî ya navxweyî ya çalak bi pêş dikeve ku îlhamê ji armancên şoreşê werdigire û şirîkatiya niştimanî xurt dike.
Ev hewl bi hevkarî û piştgiriya hemû hevkar, alî û welatên ku dixwazin piştgiriya daxwazên Sûriyeyiyan ên ber bi paşerojeke aramtir û geştir ve bikin, temam dibin."
Çi bibû?
Komên çekdar ên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîna 2024an êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kiribû.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketibûn û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xistibû.
Heman koman 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kiribû û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ketibû bin kontrola wan.
Tehrîr El Şamê 5ê Kanûna Pêşîn bajarê Hemayê kontrol kiribû û piştre ragihandibû ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî bi dest xistiye.
Piştî kontrolkirina Humsê, HTŞyê 8ê Kanûna Pêşîn kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê û rûxîna desthilata Beasê ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse