Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di dema kolandinên li şûnwara dîrokî ya Girê Keçel de peykerekî mirov ê 2,5 metreyî hat dîtin.
Xebatên kolandinê yên li herêmê didomin û dîroka şûnwarê ronahiyê dide ser serdemên kevnar.
"Dîrok vedigere 9 hezar û 600 sal beriya zayînê"
Serokê Tîma Kolandinê Necmî Karul ragihand ku dîroka şûnwarê vedigere 9 hezar û 600 sal beriya zayînê û ev wargeh hemdemê Girê Mirazan e.
Necmî Karul li ser mijarê got, "Analîz û dîtiniyên me nîşan didin ku ev wargeh ji nêzîkî 9 hezar û 600 sal beriya zayînê û pê ve derketine holê.
Ji ber ku ev serdem Serdema Qeşayê ye, dîrokeke zûtir hema hema ne pêkan e."
"Nifûseke qerebalix jiyaye"
Li gorî arkeologan, berhemên hatine dîtin nîşan didin ku di nîvê 10 hezar salan de li herêmê cihên mezin ên niştecihbûnê hatine avakirin û nifûseke qerebalix li wir jiyaye.
Arkeolog Emre Guldogan jî diyar kir ku şêniyên wê demê dixwest peyamekê bidin paşerojê û got:
"Her berhema ku em îro derdixin holê, dihêle ku em ji bo fêmkirina mirovên ku ew afirandine, pirsên nû bikin."
250 kevirên çikandî
Cara yekem sala 1997an di encama kolandina li gundê Qerqeliyê de kevirên çikandî yên bi şiklê "T"yê hatibûn dîtin.
Heta niha li Girê Keçel zêdetirî 250 kevirên çikandî hatine qeydkirin û xebatên kolandinê didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse