Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî pêşwazî li şandeke HUDA PARê kir û di civînê de “rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa aliyên Kurdî hat gotûbêjkirin.”
Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedînê, pêşwazî li Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu û şanda li gel kir.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serokê HUDA PARê pîrozbahî li Serok Barzanî kir ji ber serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya di hilbijartinên 10ê Cotmeha derbasbûyî de.
Herwiha Serokê HUDA PARê hevxemiya xwe ji bo malbatên şehîdên vê dawiyê yên şerê dijî DAIŞê û zirarmendên lehiya Hewlêrê ji Serok Barzanî re derbirî.
Di civîna Serok Barzanî û Serokê HUDA PARê de rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa aliyên Kurdî hat gotûbêjkirin. Pêşxistina peywendiyên di navbera aliyan de jî mijareke din a civînê bû.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse