Rêveberiya Xweser bangî cîhanê kir: ‘Rê li ber komkujiyê bigirin’

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir û êriş komên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê yên li taxên Kurdan ên li Helebê bi tundî şermezar kir.

Rêveberiya Xweser ragihand ku ev êriş sûcên şer in û Tirkiye rasterast jê berpirsyar e.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û diyar kir ku komên çekdar ji ber ku nikarin li qadê bi pêş ve biçin dest bi topbarankirina bê ser û ber û bi zanebûn a sivîlan kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armancgirtina nexweşxane û navendên tenduristiyê ne şaşiyeke leşkerî ye û wiha hat gotin:

"Em tekez dikin ku armancgirtina dubare ya nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, nabe wekî şaşiyeke leşkerî yan tesadufî were dîtin.

Ev karekî bi zanebûn e û armanca wê ew e ku jiyanê li van taxan felc bikin û şêniyan ji mafê dermankirinê bêpar bihêlin.

Ev yek cewhera sûcdar a van êrişan eşkere dike."

"Tirkiye berpirsyar e"

Rêveberiya Xweser, dewleta Tirkiyeyê wekî berpirsyara sereke ya van êrişan nîşan da û anî ziman:

"Ji ber piştgirî û hêsankariya ji bo van koman, em dewleta Tirk rasterast ji van sûcan berpirsyar dibînin.

Ev yek beşek e ji polîtîkayên wê yên ji bo têkdana aramiya herêmê û şikandina îradeya gelên azad."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beşdariya komên ku sembol û îdeolojiyên DAIŞê hildigirin, nîşan dide ku “ev êriş berdewamiya heman hişmendiya terorîst e” û wiha hat gotin:

"Berdewamiya van sûc û binpêkariyan, metirsiya pêkhatina komkujiyan a li dijî sivîlan zêde dike û dikeve çarçoveya sûcên şer û jenosîdê."

Bangî civaka navneteweyî hat kirin

Rêveberiya Xweser pesnê berxwedana xelkê û Asayîş taxên Kurdan ên li Helebê da û bangî civaka navneteweyî kir:

"Em bangî civaka navneteweyî û hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku demildest destwerdanê bikin ku dawî li van binpêkariyan bînin, rê li ber sûcdaran bigirin û li gorî yasayên navneteweyî hesab ji wan bixwazin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst