Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daxuyaniya Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB) di du erdhejên ku navenda wan Mereşê bûn de 10 pizîşkan jiyana xwe ji dest dane.
Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB) ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê li 3 parêzgehan 10 pizîşkan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin; Pisporê Neştergeriya Giştî Dr. Alî Ekrem Tuncer ku li Meletiyê kar dikir, Serokê berê yê Odeya Pizîşkan a Semsûrê Dr. Şerîf Ayaz, Dr. Alper Sezer Aba Li Nexweşxaneya Nû ya Dewletê ya Hatayê kar dikir, Dr. Fatma Tosun li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hatayê wek Pispora Nexweşiyên Sîngê kar dikir, Dr. Leyla Surmeli Eyvaz li klînîka Tiba Lezgîn a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hatayê kar dikir, Serokê Beşa Cerahîya Sîngê Prof. Dr. Tulin Durgun Yetimli Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hatayê kar dikir, Dr. Ali Ozturk li Semûrê kar dikir, Dr. Burcu Şahin li Semûrê kar dikir, Dr. Eyüp Turkmen li Semûrê kar dikir û Dr. Ahmet İrfan Gedik li Edenê kar dikirin di bin kavilan dae jiyana xwe ji dest dane.
TTB li ser hesabên xwe yên medyaya civakî yên fermî navên pizîşkên jiyana xwe ji dest dane eşkere dike.
Hatay'da görev yapan Dr. Fatma Tosun'u #deprem sonucu kaybettik.
— Türk Tabipleri Birliği (@ttborgtr) February 8, 2023
Ailesine, yakınlarına ve tüm sağlık camiasına başsağlığı diliyoruz. pic.twitter.com/UNPZy8V8K2
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse