Cemîl Bayik: Gotina 'Bawerî bi Tirk û Ereban nayê' şaş e

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Cemîl Bayik KCK Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik diyar kir ku gotina “Bawerî bi Tirk û Ereban nayê şaş e û di nav refên wan de bi sedan Tirk û Ereb hene.

Cemîl Bayik li ser rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişîna HSDyê ya ji Reqa û Tebqayê û pêwendiyên bi Amerîkayê re ji ANFyê re axivî.

Bayik got, "Vekişîna HSDyê ya ji Reqa û Tebqayê ne şaş bû, ji bo pûçkirina provokasyona şerê Kurd û Ereban bû."

Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik got:

"Eger hêzên navneteweyî û Tirkiyeyê polîtîkayên li hev sorkirinê nemeşandana, Ereb û Kurd dê bi hev re bijiyana.

Di rewşeke ku midaxeleya derve û sorkirin heye, vekişîna HSDyê ya ji Reqa û Tebqayê ne şaş bû.

Divabû hêzeke ku biratiya gelan diparêze, wan provokasyonên ku dixwazin şerê Kurd û Ereban bidin destpêkirin pûç bikira û ya ku hatiye kirin jî ev e."

"Gotina 'Bawerî bi Tirk û Ereban nayê' şaş e"

Cemîl Bayik bersiva wan rexneyan da ku piştî bûyerên dawî dibêjin "Divê Kurd baweriya xwe bi Ereban neînin" û "Bawerî bi Tirkan nayê" û ev nêzîkatî wekî "gotinên bêhişmendî" bi nav kirin.

Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê wiha pê de çû:

"Şoreşgerên Rojava di têkoşîna li dijî DAIŞê de bi ciwanên Ereb re şer kir. Zêdetirî hezar şehîd û gaziyên Ereb hene.

Gotina 'Bawerî bi Tirkiye û Tirkan nayê' jî gotineke giştgîr e. Ev nikare bibe gotina kesên ku têkoşîna polîtîk dimeşînin.

Bi sedan hevalên me yên Tirk şehîd bûne. Hîn jî bi sedan di nav têkoşîna me de ne. Em dê nêzîkatiya xwe ya jiyana bi gelên cîran re bidomînin."

"Pêwendiya bi Amerîkayê re taktîkî bû, bidawîbûna wê ne xiyanet e"

Cemîl Bayik li ser helwesta Amerîkay û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê li hemberî êrişên dawî û HTŞyê jî nirxandin kirin.

Bayik diyar kir ku pêwendiya Rojavayê Kurdistanê ya bi Amerîkayê re "taktîkî" bû û wiha pê de çû:

"Têkiliya Rojava ya bi Amerîka û hêzên koalîsyonê re di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de derkete holê. Ev têkiliyeke taktîkî bû, ne stratejîk bû.

Ji ber vê yekê, bidawîbûna têkiliyeke taktîkî bi têgeha 'xiyanetê' nayê ravekirin lê belê têkiliya ku Amerîka bi rêxistineke (HTŞ) ku li New Yorkê 3 hezar Amerîkî kuştine re daniye, di serî de xiyaneta li gelê xwe ye."

"Rêber Apo hewl dide destkeftiyên Rojava biparêze"

Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê li ser nîqaşên derbarê Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriyê jî axivî.

Bayik îdiayên ku dibêjin "Pêvajoya Îmraliyê rê li ber êrişên Rojava vekir" red kirin û got:

"Beriya ku Rêber Apo înîsiyatîf bigire, her roj bajarên Rojava dihatin bombebarankirin. Bi înîsiyatîfa Rêber Apo re ev êriş sekinîn.

Armanca Rêber Apo ya vê pêvajoyê ew bû ku Rojava aram bibe. Kesên ku dibêjin Rêber Apo nayê guhdarîkirin, rastiyê berevajî dikin.

Rêber Apo, niha di nav Kurdan de serokek e ku gotina wî ji aliyê her kesî ve tê guhdarîkirin û li ber çavan tê girtin."

"HTŞ amûra hêzên hegemonîk e"

Cemîl Bayik, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola HTŞyê û diyar kir ku ev rêxistin wekî amûrekê tê bikaranîn û wiha pê de çû:

"HTŞ di dîzayna herêmî de wekî aparateke nerm a hêzên hegemonîk tê bikaranîn.

Tê fêmkirin ku ew dê bibe maşika polîtîkayên hêzên navneteweyî û Erebistana Siûdî lê êzeke wiha di maweyê navîn û dirêj de dê nebe hêzek ku hêzên navneteweyî û Îsraîl baweriya xwe pê bînin.

Dema erkê wê qediya, dê were tasfiyekirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst