Li Qersê hîn nû berf heliya: Çandiniyê dest pê kir

08-05-2024
RÛDAW
Çandiniyê dest pê kir/Wêne: AA
Çandiniyê dest pê kir/Wêne: AA
Nîşan Qers Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê çandiniyê dest pê kir.

Qers hezar 800 metreyan ji asta deryayê bilind û zivistana wê jî dirêj e.

Ji ber ku germahî dereng dest pê dike, havîna wê kurt e û lewma çandinî jî dereng dest pê dike.

Ji ber heman sedemê tenê ji bo ku êm û çandiniya demkurt pê bigihe tê çandin.

“Zivistana gelekî dijwar derbas dibe”

Cotkar Ertan Ercan anî ziman:

“Em li vir ji ber ku berf dereng dihele dereng dest bi çandiniyê dikin.

Bi giştî em dawiya Nîsanê û her du hefteyên yekem ên Gulanê dest bi çandiniyê dikin.

Cihê me bilind e, li cihên hinekî bilindtir hîn berf li erdê ye.

Zivistana me gelekî dijwar derbas dibe.

Ji ber ku em dereng dest bi çandiniyê dikin berhevkirin jî bi derengiyê dikeve.”

Li vê deverê genim tenê ji bo êm tê bikaranîn û ceh, nefel, silk û gulberoj tên çandin.

Piştî tov hatin reşandin bi 15 rojan gubre û dermanê direşînin.

Li deverên bilindtir jî ji ber hîn berf tam neheliyaye dê piştî hefteyekê dest bi çandiniyê bikin.

Cotkar Ahmet Kartal jî anî ziman:

“Ev der navçeyeke zozan û çiyayî ye, ji ber wê em tenê bi qasî têra me û ajalên me bike çandiniyê dikin.

Ji ber ku demsala germayê kurt e em nikarin çandiniyeke zêde bikin.”

Li Qersê debara piraniya xelkê li ser çandinî û ajeldariyê ye.

Li gorî amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Qersê li wê parêzgehê 30 hezar ajeldar û 32 hezar cotkar hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst