15 salî bû hat girtin, 46 salî derket

08-05-2025
RÛDAW
Nîşan Yasîn Dere Girtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yasîn Dereyê ku di 22 saliya xwe de hatibû girtin di 46 saliya xwe de ji girtîgehê derket.

Yasîn Dere sala 1994an li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê dema 15 salî bû hat girtin.

Dere ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi hinceta “xerakirina yekîtiya dewletê” bi cezayê heta hetayê hatibû cezakirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Yasîn Dere piştî 31 salan ji girtîgeha Wanê ya ku lê dihat girtin hat berdan.

Malbata wî, Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Girtî û Desteserkiriyên Wanê (TUHAYDER) û hezkiriyên wî ew pêşwazî kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst